LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Reqayê ber bi rizgarbûnê ve diçe

Reqayê ber bi rizgarbûnê ve diçe

REQA – Cenga mezin ber bi rojên dawî de diçe ku niha ji sedî 80 bajar hatiye rizgarkirin, şerên dijwar li navendên bajar diqewimin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 109`an de bi pêşveçûyînên şervanên QSD`ê di aliyê rojhilat û bakur ber bi navenda bajarê Reqayê ve, dewam dike.
Di vê çarçoveyê de, li derdora çerxereya Eldela û El-Neîm, nexweşxaneya Wetenî û baxçeyê Reşîd şerên giran rû didin. Her wiha li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê şer dewam dike û şervanên QSD`ê ber bi lîstikgeha El-Eswed bi pêşve diçin.
Di şerên ku heta niha li herêmên navborî rû didin de, gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, lê ji ber şerê dijwar hejmara nehate zanîn.
Ji aliyekî din, çeteyên DAIŞ`ê bi çandina mayînan û bikaranîna sivîlan wekî mertalên zindî ji bo rêgirtina li ber pêşveçûyînên QSD`ê dewam dike.
23.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً