LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Çaksazî beriya raferandûmê û xwetenêdîtin

Çaksazî beriya raferandûmê û xwetenêdîtin

Ji dema ragihandina biryara lidarxistina raferandûma giştî ji bo diyarkirina paşeroja herêma Kurdistana Îraqê ve, gengeşeyên mezin di navbera dijber û alîgirên biryarê yên hemû alî û mezheban de derketin. Di gengeşeyên niha de jî gefxwarin û tirsandinên siyasî li dijî aliyên ku dijberiya raferandûmê dikin tê meşandin.

Gelo ev dijberiya li hemberî biryara raferandûmê ji çi tê, gelo bê baweriya bi mafê çarenûsî ye, yan helwesteke rexnekariya siyasî ye ku ji aliyekî ve diyar dike ew xwedî li serxwebûna demokratîk derdikeve û ji aliyekî din ve desthilatdariya tekalî û di naveroka wê de serweriya malbatî diçespîne? Gelo ev dijberî vedigere hêviya bi Îraqê ku têde mafên hemwelatîbûnê, azadî, edalet û jiyana bi rûmet, yan hêrsbûna li hemberî desthilatdariya Kurdî ye ku di desthhilatdariyê û hukimdariya malbatî û serweriya siyasî û binpêkirina mafên dijberan şerm nabîne.?

Êdî durişmeyên partiyên netewperest nikarin bi helwestên xwe yên romantîk van pirsan bixapînin, nikarin bêjin “mirin ji bo serxwebûnê”, her wiha nikarin her çiqas “zulimkariyên siyasî rûdan” welatiyan tevbigerînin. Evan pirs ne li gorî zimanê siyasî yê gel di derbarê nepêkanbûna jiyana hevbeş di Îraqê de ne, her wiha jiyana hevbeş di astên wê yên siyasî yên herî jêrîn de, li herêma Kurdistanê tune ne, ew jî ji ber xwetenêdîtin û bikaranîna metirsîdar a desthilatdarî û berheman e.

Gelek sedem hene ku dihêle em bi baldarî banga Masûd Barzanî ya raferandûmê bigirin dest. Barzanî bi xwe sedema yekemîn e, ji ber ku tevî bidawîbûna wîlayeta wî ya serokatiyê bi awayekî fermî ji 30’yê hizêrana 2015’an ve dest ji paya xwe bernedaye. Nemaze nûkirina wîlayeta wî di sala 2013’an de li gorî lihevkirina di navbera partiya wî û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan de, bû astengiya yekemîn li pêşiya veguhertina demokratîk li herêmê. Nemaze biryar girt ku deriyên parlemanê werin girtin û hemû xebatên wê ji cotmeha 2015’an ve bêne rawestandin.

Girêdayî van agahiyên jorîn, diyar e lidarxistina raferandûmê di dema wê de û derengxistina hilbijartinên zagonsazî û serokatiyê ku tê payîn di destpêka Mijdarê de bêne lidarxistin, lîstokeke din ji bo çespandina desthilatdariya Barzanî ya kesayetî û malbata wî ye. Di vê derbarê de em piştgiriya helwesta şandeya Yekîtiya Ewropa ya li Îraqê di 24’ê Tîrmeha 2017’an  de ku banga aktîfkirina hemû saziyên hilbijartî yên herêma Kurdistanê kir, nemaze jinûve aktîfkirina parlemanê û li darixstina hilbijartinan weke merceke pêşwext ji bo aramî, geşbûna siyasî, civakî û aborî, ew jî li gorî nêrîna bernameya çaksaziya li Îraqê ye.”

Aloziya aborî ya dijwar ku rastî herêmê tê û deynên li ser hikûmeta herêmî 30 milyar dolar derbas kirine, nemaze ji ber siyaseta hikûmetê ya petrolê ya şaş û ne zelal, fektorekî din ji fektorên bê baweriya li hemberî raferandûmê û sozên netewî yên pûç. Dibe ku were gotin riya ku Barzanî herêmê ber bi wê ve dibe û bi deyn û aloziyên aborî yên dijwar û aloziyên siyasî yên hundirîn dagirtî ye, çarenûsa wê dê ne cûdayî dewleta başûrê Sûdanê be ku niha li wir birçîbûn û şerê navxweyî serwer e. Gelo, herêm dikar di demeke zû de aboriya xwe pêşbixîne û li hemberî gefxwarinê dost yan “cîranên nebaş” ku serweriya binesaziya wê dikin li ber xwe bide? Ev pirs ji aliyê aqilmendiyeke aborî û pragmantîkbûna siyasî ve tê bersivandin ango ne coşbûna behlewanî û romantîkbûna niştimanî ye  û dibe hemû destkeftiyên ku ji sala 1991’an ve hatine avakirin li hemberî metirsiyan rû bi rû bimînin.

Li vir em dixwazin behsa paşguhkirina serxwebûna saziya dadmendî bikin û biryar û zagonên wê li gorî berjewendiyên partîtî û desthilatdarî tên neçarkirin, êdî welatî baweriyê bi hêza wê ya parastina jiyan û mafê wî nakin. Di tunebûna qanûn û rojnamegeriya serbixwe û civaka sivîl a çalak, êdî cezayên siyasî, girtin û binpêkirina mafan bi taybet li herêmên di bin serweriya partiya Barzanî de, rêbazekî taybetmendiya desthilatdariyê li herêma Kurdistanê ye.

Li rex vê yekê di herêma Kurdistanê de hêzeke Pêşmerge û hêzên ewlehiya hundirîn a hevgirtî tune ye, ew jî ji ber serweriya Partî Demokratî Kurdistan û Yekîniya Niştimanî Kurdistanê ya li ser biryarên leşkerî li gorî berjewendiya partiyên xwe ye. Paşê em dikarin bêjin ku hêzên Pêşmerge êdî nikarin parastina dewleta ku nû tê avakirin bikin eger rastî êrîşeke derve hat, bêyî ku parastineke navnetewî jêre tune be.

Emerîka ragihand ku ji bo lidarxistina raferandûmê dem ne guncaw e û divê baldarî li ser şerê li dijî rêxistina “DAIŞ” be û karê hevbeş bi hikûmeta Îraqê re were meşandin. Helwesta Yekîtiya Ewropa jî weke wê bû û şandeya wê li Îraqê got ku tedbîrên li derveyî danûstandin û lihevkirina di navbera hikûmetê û herêma Kurdistanê û hikûmeta hevgirtî de pêk tên, dibe ku encamên wê berûvajî bin.

Cîrana Kurdistanê ya başûr, Tirkiyeyê, jî dijberiya xwe ya li hemberî raferandûmê anî ziman. Eger raferandûm pêk hat û encamên wê hatin naskirin, Tirkiye dixwaze statûyeke weke “dewleta” bakurê Qibrisê bibîne ku ji bilî wê ti alî nas nakin, ango ew tenê mîtîngeheke Tirkiyeyê ya duyemîn li Rojhilata Navîn dixwaze. Îranê jî di gelek munasebetan de ragihand ku dê li dijî serxwebûna Kurdistanê tevbigere, helwesta rayedarên siyasî û ewlehî bi gefxwarinên rasterast dagirtî bûn, nemaze peyamên gefxwarinê yên nerasterast ku bi riya kanalên xwe yên li Îraqê dişîne, ewan jî li dijî raferandûmê tevdigerin û nîşan didin ku ew ne destûrî ye.

Pêdiviya rewşa Kurdistanê ya niha bi projeyeke niştimanî heye ku têde hemû aliyên siyasî, civakî, olî û etnîkî yên cûda beşdar bibin û çaksaziyeke rasteqîn di zeviyê siyasî û aborî de pêk bînin û wan ji desthilatdariya partîtî û desthilatdariya malbatî rizgar bikin. Pêdiviya vê projeyê jî bi peydakirina çareseriyekê ji aloziya serokatiyê re heye ku weke aloziya bingehîn a hemû aloziyên din tê nîşandayîn, ew jî ji bo rê li pêşiya avakirina sîstemeke dîktator were girtin, an malbatek serweriya wê bike û rêbazên desthilatdariyê ne di destê kesekî de bin. Di dema ku baldarî li ser raferandûmê û encamên wê ye, derbeyeke in li dijî demokrasiyê ye û rewşa niha li Kurdistanê dirêj dibe, em dibînin ku lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlemanê di yek sindoqa hilbijartinê de, gaveke rast ber bi normalîzekirina rewşê ve ye.

Di derbarê têkliya bi hikûmeta hevgirtî re, em dibînin ku divê lêveger di sîstema siyasî ya niha de pêk were, ku niha daxwaziyeke pêwîst e da ku di dawiya tûnelê de çirûskek were dîtin. Sîstema hevgirtî, ji ber ku desthilatdarî di destên hin kes û hêzan de ye û nirxên demokrasiyê, mafên mirovan, zelalbûn, bingeha dewleta qanûnî paşguh dikin, vê yekê jî hişt ku mînaka Îraqî bi ser nekeve. Em dibînin ku sîstema siyasî ya niha ji nû ve li gorî rêgezên konfederalî ku sê dewletan kom dike (herêma Kurdistanê, herêma navîn û başûr û herêma rojava) were nexşandin û bi navê (dewleta yekbûyî ya Îraqê) were nasîn û ev çareseriya herî guncaw e. Dibe ku çi gavên di vî alî de û bi spnseriya civaka navnetwî: Netewên Yekbûyî,  Yekîtiya Dewletên Ereban, Emerîka û Yekîtiya Ewropa, dê deriyekî çareseriyên hemdem ji pirsgirêkên Îraqê re peyda bike. Eger ev nêrîn nehat pejirandin raferandûm dê bibe çareseriyeke alternatîf da ku şêwaz û paşeroja Kurdan bi hikûmeta hevgirtî re diyar bike.

Gotina dawî, Yekîtiya Konferderalî, van mijaran pêk bîne: Tundiya mezhebî û netewperestî di nava aliyan de dûr bixîne, dozên girêkok û di nava wan de herêmên bi nakok li gorî pîvanên di destûra Îraqê de çareser bike, pereyan çêbike û bazareke hevbeş ava bike. Li rex van jî her dewletek dê kilîtên xwe yên siyasî, aborî, çandî û derve yên serbixwe biparêze.

Çavkanî: Enstûtiya Waşintonê – Dîdargeha Fikra

Aras Fetah: nivîskar û rewşenbîrekî Kurd e

Marîwan Qanih: nivîskar û mamosteyê zanîngehê ye

Asos Herdî: nivîskar û rojnameger e

Xalid Silêman: nivîskar û rojnamegerekî ji Kurdistana Îraqê ye û li Kanada jiyan dike.

Wergerandin: NGW: Jiyan HACÎ

Lînk:  الإصلاحقبلالإستفتاءوالإستفراد

24.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً