Sitî Bahoz
Armanca avakirina Federaliya Demokratîk ewe ku hemû gelên heremê bi rengên xwe hebûna xwe diyar bikin. Ew pergala Federaliya Demokratîk hîn zêdetir wekhevî û azadî serwer bibe, ji ber ku di wê pergalê de nirxên mirovahiyê hene. Jin çawa ku di her aliyê jiyanê da bê par hatiye hiştin, di siyasetê de jî bê par maye û ew sîstem bi salan berdewam kiriye. Piştî li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatiye jin bi fikir û ramanên Reberê gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe di her qadê de berdewam kiriye. Di wê demê de çi di qada leşkerî de be, çi di qada siyasî de be bûye xwedî deskeftiyên mezin.
Di ragihandina Pergala Federasyona Demokratik ya Bakurê Suriyê de jin bi roleke mezin û girîng rabûye. Cih girtina jin di nava Federaliyê ne tenê ji bo jina Rojava; ji bo tevahî jinan gaveke giring e. Rêber Apo sîstema ji bo hevserokatî avakiriye destpêka jiyaneke nû ji bo jin da destpêkirin. Jin niha her di her qadê de bi vê sîstemê dikarin xwe rêxistin bikin û di her karî de cih bigrin. Sîstema hevserokatî li tevahî Rojava de hatiye runiştandin. Ew sîstem dinava civakê de jî guhertinên pir mezin bi xwe re anîn e, teybetî di nava siyasetê de. Ew projeya Rêberê Gelê Kurd ya hevserokatî wê di nava Pergala Federaliya Bakurê Suriyê de jî cih bigre.
Jin di warê leşkerî, civakî û siyasî de bi berxwedan û têkoşîna xwe, xwe ispat bike. Niha jin cihê xwe di meclis û komînan de jî digre, xwe rêxistin dike. Jin di her warî de xwe perwerde dike, ji xwe jinên perwerdekirî dikarin di her karî de fikir biafirîne û di karê xwe de encamên serkeftî derbixîne. Jinek perwerdekirî ne tenê meclîsek yan jî komînekê, dikare civakekê bi awayekî rast rêvebibe. Li gorî projeya hatiye diyar kirin jin di hilbijartinê Federaliya Demokratîk de wê ji sedî 50 cihê xwe di hevserokatiyê de bigrin.
Li Rojhilatanavîn zêde buyîna tevlîheviya şer her roj zêde dibe, ew rewş di nava civakê de hev ne qebulkirin, mafê mirovahî ne hiştin û herwiha ji xwe ra tîne, civakan û pir rengiya çandî tune dike. Bi wê pergala Federaliya Demokratîk wê çareseriyekê bi xwe re bîne û aramiyekê avabike. Her çiqasî hin hêzên dixwazin wê projeyê têk bibin jî, 22’ê îlonê ji bo gelê heremê û tevahî Rojhilatanavîn bingeha avakirina Sûriyeke Federal û Demokratîk e. Ji ber ku cara yekê ye li Sûriyê de bi awayekî Demokratîk hilbijartin pêk hatin e. Di wê hilbijartinê de Asurî, Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Çerkez, Ermen, Çeçen, Êzêdî û Xiristiyan mafê xwe ji nû de xwedî derkevin.
Di şoreşa Rojava de ya herî zêde derbe xwarî û bûyê hedefa dijmin jin bû, heman wextê yê herî zêde jî berxwedayî û encamên serkeftî dest xistine dîsa jin bû. Jin di şoreşa Rojava de bi bareke pir giran rabû, niha bi tevlîbuyîna hilbijartinên Federaliya demoktratîk de jî jin bi wê barê re rabin û civaka exlaqî û wekhev ava bikin.
25.09.2017