LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Bîlançoya Heftana ya Hemleya Dêra Zorê “Bagera Cizîrê”

Bîlançoya Heftana ya Hemleya Dêra Zorê “Bagera Cizîrê”

DÊRA ZORÊ – Bagera Cizîrê ku ji aliyê QSDê ve li rojhilatî Dêra zorê hatibû raghandin bi pêşketinên şervanan didome, di nava heftiyekê de şervanên QSDê bi qasî 112 kîlometreyan pêşveçûn û 4 deverên giring di heman demê 16 mezra rizgarkirin.
Hemleya rizgarkirina Dêra zorê ji çeteyên DAIŞ ê “Bagera Cizîrê” ku di 9 Îlonê de ji aliyê mecilsa leşkerî ya Dêra zorê ve hatibû raghandin di roja xwe ya 16 an de didome, di nava heftiyekê de şervanên QSD ê karîbûn gelek deveran rizgarbikin û sivîlên di dorpêça DAIŞ ê de xelas bikin.
QSD`ê Pêngava Bagera Cizîrê di 9`ê Îlonê de ji du aliyan ve, a yekemîn Ebû Fas-Dêrazorê û ya duyemîn Ebû Xeşeb – Dêrazorê, da destpêkirin da ku xaka mayî ya Cizîra Sûriyê û rojhilata çemê Firatê ji destên çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewle, diyar kir ku hêzên wan Ii herdu aliyên Ebû Fas û Ebû Xeşeb – Dêrazorê pêşve diçin û zêdeyî 112 kîlometreyan kûrbûn bi ferehiya 2 kîlometreyan ji her du aliyan ve ber bi çemê Firatê ve rizgar bikin.

Ehmed Ebû Xewle, her wiha da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertal ji bo parstina xwe bikar tîne.
Rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsiya hewil dan pêşveçûna hêzên QSD`ê a ber bi çemê Firatê ve asteng bikin û rawestînin, ji bo vê yekê baregehên hêzên QSD`ê yên nêzî herêma pîşesaziya rojhilatê çemê Firatê topbaran kirin û di encamê de 6 şervan birîndar bûn. Di heman rojê de avahiya stasyona ceyranê û kargeha şekir ên li wê herêmê rizgar kirin.
Li rojhilatê Medîne Siniyê (Herêma Pêşezazî) ya bakurê Dêrazorê şervanên QSD`ê ji şeva din vê derdora 5 kîlometreyan pêş ve çûn û 15 mezra rizgar kirin.
Şervanên QSDʹê ji aliyê Ebû Fas ve jî di herêma Siwer bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin.
Di heman demê de li herêma navborî, çeteyekî DAIŞ`ê tevî çeka xwe ya BKC bi saxî ket destê şervanan.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê Ehemed Ebû Xewla derbarê hemeleyê de got ku wan dest bi rizgarkirina herêma sînorê bi Îraqê re Siwer ku herêmeke stratejîke kirine. ʺHerêma Siwer nêzî sînorê Îraqyê. Derdora 50 kîlometreyan dûrî bajarê Dêrzroê ye. Di wê herêmê de gelek gundên ku hîn di bin dagirkiriya çeteyên DAIŞʹê de ne hene.ʺ
Li baskê Ebû Fas li rojhilatê herêma pêşesazî ya dikeve bakurê Dêrazorê şervanên QSD′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê pêşve diçin. şervanan 10 mezra rizgar kirin.
Di operasyona rizgarkirina herêma Siwerê ya dikeve ser sînorê Sûriyê û Iraqê de, 12 km2 ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.
piştî rizgarkirina herêma Siwerê, dê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin banê QSD′ê de tev digere berê xwe bide bajaroka Mergede ku wekî yek ji girîngtirîn baragehên çeteyan li Cizîrê tê naskirin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûna şervanên QSD′ê ber bi herêma Siwerê ve didome û li herêmê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ′ê şer diqewime. Şervanan êrîşa çeteyan şikandin, 3 km pêşve çûn û 6 mezra rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê şîrketên petrolê yên Ezbe û Konîko yên dikevin bakur-rojhilatê Dêrazorê piştî dorpêça du rojan, rizgar kirin.
Li herêma Siwer a bakur-rojhliatê Dêrazorê, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê, kirin. Şervanan bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encamê de, êrîşa çeteyan hate şikandin û çeteyek bi saxî hate girtin. Her wiha panzêrek çeteyan jî kete destê şervanên QSD`ê.
Rewşa Sivîlan
Bi Pêngava Bagera Cizîrê re bi hezaran ji şêniyên Dêrazorê berê xwe dan herêmên bi ewle. Hejmareke zêde ji wan koçberên Dêrezorê li kampa Sedê ya navçeya Arîşe ya kantona Hesekê bi cih bûne.
ji beriya 5 rojan ve, ji ber kiryarên rêjîmê û çeteyên DAIŞ‘ê bi hezaran koçber ji Dêrazorê, Bûkimal, Eqîrbat û Meyadîn, xwe gihandin herêmên rizgarkirî yên gundewarê Reqayê û navçeya Eyn Îsa yê girêdayî kantona Girê Spî yê herêma Firatê.

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi alîkariya hejmareke rêxistinên alîkariyê ferehiya 3 donim erd li bermanberî kampê, 100 çadir bi cih kirin û soza da ku dema hejmara koçberan zêde bibe dê hejmareke mezin ji çadir peyda bikin û alîkariyan pêşkêşî wan bike.
Hejmara koçberên ku ji ber kiryarên hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ‘ê xwe spartine herêmên bi ewle zêdeyî 5 hezar derbas kiriye, piraniya wan jin, zarok, ixtiyar û astengdar in.
ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê di li gundê Xeşam ê dikeve rojhilatê herêma pîşesazî ya dikeve gundewarên bakurê Dêrazorê operasyonek pêk anîn. Di encamê de 3 jin û 9 zarok hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.
bi sedan koçber, piraniya wan jin û zarok ji gundên Cedîd Bekare, Cedîd Egîdatat, Etabiyê, Xîşam û Rewaşîda yên dikevin rojhilatê Firatê ji tirsa ku çete wan nekin mertal, xwe gihandin herêmên di bin parastina QSD‘ê. Şervanan ji ailyê xwe ve pêşwaziya koçberan kirin û xwarin û vexwarin pêşkêşî wan kirin, paşê ew şandin herêmên bi ewle.
Di nava hefteyekê de hejmara koçberên Dêrazorê yên gihiştina kampa Eyn Îsa gihiştiye 14 hezarî. Beriya çend rojan 5 hezar koçberên bajarê Dêrazorê ku piraniya wan zarok, jin û kalepîrin gihiştin kampê. Tenê duh (21ʹê îlonê) 9 hezar koçberên Dêrazorê ku ji ber zulma çeteyên DAIŞ û hêzên rêjîmê koçber bûne gihiştin kampa Eyn Îsa.

25.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً