LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bîlançoya Heftane ya Reqayê

Bîlançoya Heftane ya Reqayê

REQA – Hemleya Cenga mezin ya Reqayê bi dijwariya xwe didome, di nav şerên ku rû didin de şervanên QSD ê di nava heftiyekê de tugeya 17 an, Taxa Tişrîn, Taxa Rimêla, Taxa Rewda û Herêma Firdos rizgarkirin û bi yekê ji sedî 80 bajar di bin kontrola QSDê de ye. Ji aliyekî din ve jî 179 sivîl ji dorpêça çeteyên DAIŞ ê hatin xelaskirin. Di heman demê de di nava heftiyekê de 219 çete hatin kuştin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê “Cenga mezin” ku di 6 Hizêranê de hatibû destpêkirin bi lez û beza xwe didiome.

Operasyona ku ji aliyê şervanên QSD ê de tê meşandin di roja 111 an de didome û niha ji sedî 80 bajar ji çeteyan hatiye baqijkirin. Şervanan di nava heftiyekê de ku ber bi rizgarkirina bajar bi giştî diçin 5 tax û herêm ji DAIŞê xelaskirin.

Li taxa Emîn du erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ′ê beriya ku bigihêjin armanca xwe, ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatin teqandin û girtîgeh hat rizgarkirin. Her wiha di encama şerê qewimî de 48 çete hatin kuştin.

Li derdora nexweşxaneya Wetenî jî erebeyeke bombebarkirî hat teqandin û deqoyeke ceblixaneyê ket destê şervanan.

Li taxên Emîn û Hina yên navenda bajar û taxên Rimêliyê, Rewda yên rojhilatê bajar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran diqewimin.

Şervanan li van taxan motorsklêtekî çeteyan ê bombebarkirî teqandin. Di şerê ku hîn didome de 49 çete hatin kuştin, her wiha 21 kilêş, 50 guleyên ARG ketin destê şervanan.

Fermandariya Giştî ya QSDʹê diyar kir ku hêzên wan di nava 5 rojan de navenda tugaya 17ʹan, taxa Tişrîn, Rimêla û Rewda yên li bakurê Reqayê ji çeteyan rizgarkirine û got ku bi vê yekê 80 ji sedî bajarê Reqayê ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Şeva derbasbûyî li taxa Tişrîn a bakurê bajar, taxa Rewda û Rimêla yên başûrê bajarê, her wiha li herêma Sewamî ya bakurê bajar şerê giran derket, di encamê de 23`ê çete hatin kuştin û 24 sivîl hatin rizgar kirin. Şervanan gelek çek û cebilxaneyên çeteyan destserkirin.

şervanên QSD`ê di operasyona paqijkirina taxa Romaniyê aliyê rojava yê Reqayê de, depoyekî çek û cebilxane dîtin.

Li taxa Emîn û çerxerêyên Neîm û Delê yên navenda bajêr, her wiha li bakurê deqoyên genim û taxên rojavayê bajêr şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê didome û pêşveçûna şervanan ji aliyê bakur ber bi navenda bajêr ve didome. Di encamê de 63 çete hatin kuştin, li derdora aş erebeyeke bombebarkirî û li derdora çerçerêya Delê du erebeyên bombebarkirî hatin rûxandin.

Di encama şerê ku li taxên Emîn û Hena yên navenda bajêr, her wiha li derdora goristana Hitîn û çerxerêyên Neîm û Delê û taxa Nehda ya dikeve rojavayê bajêr  de, herêma Firdews a li taxa Hena dikeve hat rizgarkirin, 17 çete hatin kuştin, 4 erebeyên Doçikayê û motorsîkletekî bombebarkirî beirya ku bigihêjin armanca xwe hatin rûxandin.

Li aliyekî din jî ekîpên taybet ên QSD′ê xebatên paqijkirinê li taxên rizgarkirî didomînin, di encamê de, 70 mayîn hatin bêbandorkirin, miqdarek cebilxane û depoyeke xwarinê ketin destê şervanan.

Her wiha li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqa û li taxa Endelos a aliyê bakurê bajarê, şer didome.

Di şerên ku heta niha li herêmên navborî dewam dike de, 19 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek mûşek û erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê ketin destê şervanên QSD`ê.

Rewşa Sivîlan

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa Nehda ya rojavayê bajarê Reqayê 45 sivîlên ku çeteyan ew wekî mertal di bajar de hiştibûn rizgar kirin. Duh jî şervanan 20 sivîl rizgar kirin.Şervanan sivîlên hatin rizgarkirin birin cihên bi ewle.

tîmên taybet ên girêdayî hêzên QSD’ê li taxa El-Nehda ya rojavayê navenda bajêr serê vê sibehê 45 welatiyên sivîl ku çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanan li taxa Rewda ya rojhilatê bajarê Reqayê 40 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarokin rizgar kirin. Di nava welatiyên hatine rizgarkirin de birîndar jî hene. Şervanan her wiha avahiya aş a di herêmê de ji çeteyan paqij kirin

Şervanên QSDʹê li taxa Ferdos a rojavayê bajarê Reqayê piştî şerê ku di navbera çeteyên DAIŞ`ê û şervanan de derket, şervanan 15`e sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in rizgar kirin.

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan li taxa Nehda 14 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê wekî mertalên zindî bikar tanîn rizgar kirin.

25.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً