REQA – Ber bi rizgarbûna navenda Reqayê bi temamî şervanên QSD ê niha li li taxên navendî şerên giran dimeşînin. Di şerê ji duh ve 14 çete hatin kuştin.
Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja xwe ya 111ʹan de bi hemû hêza xwe didome û şervanên QSDʹê derbeyên giran li çeteyan dixin û pêş ve diçin. Di taxên El-Emîn, Hena, Çerxeriya Neyîm û Çerxeriya Dele yên navenda bajarê Reqayê de di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin.
Di heman demê de li taxa Nehda ya rojavayê navenda bajarê Reqayê jî şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya ber bi mizgefta El-Îmam El-Nûrî ve didomînin. Li taxa Endelus a bakurê bajar jî di nava şervanan û çeteyan de şer rû da.
Di şerê ku hîn li tax û deverên navborî didome de 14 çete hatin kuştin. Her wiha 400 guleyên ARG ketin destê şervanan.
25.09.2017
Rojev24