– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja xwe ya 111ʹan de bi hemû hêza xwe didome. Di taxên El-Emîn, Hena, Çerxeriya Neyîm û Çerxeriya Dele yên navenda bajarê Reqayê de di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû dan .Di encamê de 14 çete hatin kuştin.
* Hat ragihand ku li bajêrê Cerablusê di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û Ceyş El-Şerqiye yên girêdayî Tirkiyê de ji ber nakokiyên li ser pereyan şerekî dijwar rû da.
* balafirên Rûsya noqteyên QSD`ê li kargeha Konîko, bombebaran kir. Li gorî agahiyan du şervanên QSD`ê bi giranî birîndar bûne. Tê payîn ku hin şervanên QSD`ê jî şehîd bûne.
* Fermandariya Giştî ya QSD`ê tekez kir ku ew li hemberî êrîşên Rûsya û hevalbendên wê bêdeng namînin û ew ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.
* Balafirên hevpeymaniya Navdewelatî ser seherê duşemê kumkujî li bajarê Mayadîn yê gundewarê Dêrazorê pêkanî, û di encamê de deh kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.
* Wezareta Parastina Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Dêra Zorê di operasyona paqijkirina serçeteyên rêxistina terorîst a DAIŞê de General Valeriy Asapov jiyana xwe ji dest da.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Serokwezîrê Turkiya “Bin Alî Yildirim” 25.09.2017an de ê eşkere kir ku Enqera, Mosko û îran niha tevlîkirina Efrînê ji navçeyên agirbestê gengeşe dikin.
* Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re bi rêya telefonê axivî .Li gorî çavkaniyên serokomariyê herdu serok pêşveçûnên dawî yên herêmê û lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê nirxandin, li gorî herdu serokan betalnekirina referandumê li herêmê wê kaosê bi xwe re bîne û nabe Iraq were perçekirin.
* Partiya Dad û AKP ya Tirkîyê ragihand ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanaê, bakûrê Iraqê firote Rêjîma Sîyonîst.
* Bi gavên destpêbûna giştpirsîya cidabûna Herêma Kuridstana Iraqê, delweta Tirkîyê derîyê sînorî yê li gelê vê navçeyê girt û rê li ber hatûçûyîna dualî girt.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm dengê xwe yê ji bo referanduma serxwebûnê bi kar anî û bangî gelê Kerkûkê kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
* Civata Niştimanî ya Tevgera Goran bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûnê kir.
* Zêdetirî 100 kurdên ku li Îsraîlê dijîn li pêşiya Balyozxaneya Amerîka ya li Qudsê çalakiyeke piştgirî ya referanduma serxwebûna Kurdistanê li darxistin.
* Yekşem (24-09-2017), Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ji bo kontrolkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê, li ser 5 xalan rêkeftin.
Xalên rêkeftinê wiha ne:
1 – Pêşmerge dê ji başûrê Kerkûkê ve rê bide êrîşa Artêşa Iraqê.
2- Pêşmerge dê rê ji bo hatina koçberan veke.
3 – Ji aliyê lojîstîkî ve dema pêwîstiya artêşê bi pêşmerge hebe, dê hêza wan zêde bike.
4 – Hêza piştevanî û çekên giran ên pêşmerge, dê bi topbaranê beşdarê operasyonê bibe.
5- Li gorî rêkeftinê dê pêşmerge ji herêmên niha bin kontrola xwe de venekişe.
* Serokomarê Iraqê tekez kir: Biryara Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana ji bo lidarxistina giştpirsîyê, biryareka yekalî ye.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Îranê deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê ji ber referandûma serxwebûnê girtin.
* Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê: Em li rex dewleta Iraqê ne/Ebadî jî got em giştpirsîyê bi fermî nas nakin
– CÎHAN:
* Serokê DYA’yê Donald Trump di biryarnameya ku derbasbûna biyaniyan a nav sînorên Amerîkayê qedexe dike, berfireh kir. Dema biryarnameya ku cara pêşî di meha Çileyê de hatibû îmzekirin 24’ê Cotmehê diqede.
25.09.2017
Rojev24