LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Li Dêra Zorê Çi Didibe? Beşê Duyemîn

Li Dêra Zorê Çi Didibe? Beşê Duyemîn

Adnan Mustafa

Di heftiya borî de me xwestibû bi giştî giringiya bajarê Dêra zorê anîbû ser ziman û kîjan hêz li Dêra Zorê şer dikin. Di vê beşî de jî cûdabûna projeya Fedralîzma Demokratîk a bakurê Sûriyê û giringiya wê bînin ziman.

Helbet dema mirov behsa pilan girtina bajêr dike ji aliyê van hêzan ve, mirov nikare rêjîma sûrî ji van pilan û projeyan qut bike. Di şerê niha li Dêra Zorê tê meşandin de, ji pêngavên stiratejîk wê detir, pêngavên Sûrî yên kontirolkirina bajarê Dêra Zorê tektîkî ye. Ji ber ne hêza Sûrî ya siyasî û ne jî ya leşkerî heye ku mîna berê bajêr bigre. Hêzên bi navê hêzên Sûrî li Dêra Zorê şer dikin, hêzên milîsên İran û bermahiyên DAİŞ yên herêmê ne. Rizgarkirina Dêra Zorê ji aliyê rêjîma Sûrî ve tenê tê weteya ku vegera manawî û vegerîna Rumet’ê ye ji bo Sûrî, dervehî vê yekê ne hêza sûrî têra îdareya siyasî dike û ne jî di warê leşkerî de dikarê biparêze.

Di şerê Dêra Zorê de ku ev nêzî 2 heftiyan destpêkiriye. Hemû ewrên dunyayê vegeriyane ser QSD’ê. sedema vê yekê jî QSD pêkhateyek ku temîsla hemû civaka Sûrî dike û xwedî dîroka berxwedan û serkeftinê ye. Civaka Sûrî ku temsîla xwe di QSD’ê de dibînin, baş dizanin ku Stûna QSD’ê şervanê Kurd YPG’ê û YPJ’ê ne. Bi rizgarkirina Dêra Zorê bi destê QSD’ê tê weteya ku rizgariya civaka Sûrî bi tevahî. Ji ber tecrûbeya QSD’ê li bakurê Sûrî û li ser wê mîrasê pêşxistina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrî, bi rizgariya bajarê Dêra Zorê ne dûr nêzîk wê Federasyona Demokratîk a Rojhilatê Sûrî jî bikeve rojeva gelê herêmê. Di rewşeke wiha de, rizgarkirina bajarê Dêra Zorê ji aliyê kîjan hêza dibe bila bibe, xwedî girîngiyeke mezine. Ji ber van girîngiyan asta pevçûna wê li Dêra Zorê û hawirdora wê hîn zêde bibe û ji asta herêmî û şerê li dijî terora DAİŞ vegere şerekî navnetewî. Her aliyek wê bixwaze di herêma Dêra Zorê de bandora xwe diyar bike û giraniya xwe deyne holê. Di vê çarçoveyê de bombebarana navendên QSD’ê li bajarê Dêra Zorê, wateyek wê ya giring heye.

Ne dûr e êrîşên wiha di rojên pêş de jî pêşkevin. Ji ber rewşa tevlîhev a bajarê Dêra Zorê, îro balafirên Rus û Rêjîma Sûrî QSD bombebaran kir, ger rewş wiha berdewam bike, wê êrîşên wiha hîn pêşkevin. Di baweriya me de, çiqas QSD pêşkeve û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûrî jî pêşdikeve. Bi qasî vê pêşktinê jî êrîşên cûr bi cûr û ji aliyê hêzên cûda ve wê li dijî QSD’ê û projeya Fedralîzma Bakurê Sûrî pêşkevin.

Ji bo vê yekê hevgirtin, piştgirî dana QSD’ê û meyendekirina Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûrî, bi serxistina Hilbijartinên komînan a 22 vê mehê ra derbas dibe.

26.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً