DÊRA ZOR – Meclisa Leşkerî ya Dêra zorê di hemleya xwe ya baqijkirina rojhilatî dêrazorê de, di nav heftiyekê de karîbûn depoyên genim yê Sewir û du gundên Dêrazorê rizgarbikin û bi sedan sivîl ji çeteyên DAIŞê xelaskirin.
Hemleya ku meclisa Dêra Zorê di 9 Îlonê de raghandibû di roja xwe ya 19 an de didome, şervanên ku di bin siya QSD ê de kar dikin de hemleya xwe bi lez û bez didomînin.
Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşketinên şervanên QSD`ê didome. Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê depoyên genim ên bajaroka Siwer a bakur-rojhilatê Dêrazorê rizgar kirin.
şervanên QSD′ê derbasî destpêka bajaroka Siwar a dikeve ser sînorê Sûriyê û Iraqê. Çeteyên DAIŞ′ê ji bo astengkrina pêşveçûna şervanan bi erebeyek bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanan kirin. Erebe beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hat rûxandin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê li 4 baskên Pêngava Bagera Cizîrê pêşveçûna xwe didomînin û şervanan pêşveçûna xwe didomînin. Zêdeyî 10 çeteyan hatin kuştin û miqdarek çek û cebilxane ketin destê şervanan.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hemû hêzên di bin banê QSD’ê de ku tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne di her çar paskan de pêş ve diçin. Li baskê Siwer şervanan li nava bajarokê Siwer de opersyon dan destpêkirin. Di encamê de cenazeyên 6 çeteyan ket destê şervanan. Her wiha şervanan 4 panzêr, hemerek, erbeyeke teqemeniyê, 5 kilaşinkof, sîlaheke suqastê, yek M16 û hawanek 82 kestin ji aliyê şervanan ve hatin destserkirin.
Di baskê mergeda de jî şervan pêş ve diçin. Li vir 4 çete hatin kuştin, hawanek çeteyan hate ruxandin.
Ji ber bombebarana balafirên Rûsiya û yên rêjîma Sûriyê yên li Dêrazorê di 25 Îlonê de zarok jî di nava de sivîlên ku dixwestin ji çeteyên DAIŞʹê xilas bibin, hatin kuştin û hin welatiyên sivîl birîndar bûn. Şervanên QSDʹê sivîlên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên Hesekê û li wir têne dermankirin.
Fermandariya Giştî ya QSD′ê ragihand ku Pêngava Bagera Cizîrê derbasî qonaxeke nû bû û ji 4 baskan ket tevgerê. Her wiha da zanîn ku navçeya Siwer û du gundên Dêrazorê hatin rizgarkirin.
Fermandariyê di vê derbarê de dauxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
″Pêngava Bagera Cizîrê îro derbasî qonaxeke nû bû û bi armanca rizgarkirina tevahî he rêma Cizîrê ji 4 baskan ve ket tevgerê.
Baskê yekem ji gundê Cezrat dest pê kir û 20 km pêşve çû. Li vî baskî li gundê Kebir di berxwedana hêzên me li hember êrîşeke xwekuj de 5 şervan şehîd bûn û pêveçûna şervanan li gund didome.
Li baskê duyem jî hêzên me tevahî herêma pîşesazî ji mayînên çeteyan paqij kirin.
Li baskê sêyemîn jî gundê Sed û navçeya Siwerê bi temamî hatin rizgarkirin û bajarok ji mayînan tê paqijkirin.
Her wiha li baskê 4′emîn jî şervan ji gundên Şînad û Inad nêzî 25 km ber bi navçeya Mergedê ve pêşve çûn û gundê Bir Nifax rizgar kirin. Her wiha cenazeyên 5 çeteyan û miqdarek cebilxane ketin destê şervanan û tunelek hat dîtin. Şervan bi armanca rizgarkirina navçeyê û gundewarên Xabûrê pêşve diçin″.
Hêjayî gotinê ye Lîlwa Ebdullah bi awayekî fermî weke berdevkar hemleya Bagera Cizîrê ku Hêzên Sûriya Demokratîk di 9’ê Îlonê de ji bo rizgarkirina gundewarên Cizîrê û rojhlatê Feratê ji destên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kiriye, hate erkdarkirin.
01.10.2017
Rojev24