LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Yek ji Fermandarên QSD`ê Umed Gabara di merasîma oxirkirina şehîdan de li Tebqayê axivî û diyar kir ku 300 leşkerên Rejîma Sûriyê xwe spartine QSD`ê.

* Li taxa Kurdan a Reqayê 20 sivîlên din ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û 3 çete dîl hatin girtin.

* Gundê Kobar ê Dêrazorê hat rizgarkirin û hêzên rêjîma Baas bi hawanan êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê kir.

* Balafirên şer yên rêjîma sûriya du êrîşên asîmanî bi ser bajarokê Ayn Terma de li gundewarê şamê birin. Di heman demê de hejmarek zarok di encam topbarandina hêzên rêjîmê bi ser dibistanên KeferBetna, Seqba û Misraba de li Xûta rojhelat birînda ketin bê agahî li bara kuştiyan bên.

* Hêzên rêjîmê bi alîkariya milîsên pişgirê wî êrîşek bi ser Hoş Dewahira de li gundewa şamê de birin. Komeleyên Rikberiya Sûriyê êrîşa rêjîmê têkşikandin, di heman dema topbarandina bi ser Hoş Dewahira û şîfoniyê de çûn, bê agahî li barê ziyanên mirovahî bên.

* Hêzên rêjîmê bi alîkariya milîsen pişgirê wê şemiyê neh deverên nû li başûrî şamê li ser sînorê Urdinê kontrol kirin.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Serokomarê Receb Teyîb Erdogan Tirkîyê hişyarî da ku hemî bijar ji wan êrîşa leşkerî ser Herêma Kurdistana Iraqê bi du giştpirsîya vê herêmê ser masê ne.

* Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bertek nîşanî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê da û got, “Bêyî me gavek avêtin, dê bedelê wê bidin.”

* Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de got, “Tirkiyê dê hemûyan bixe hundirê telîsî de û piştre jî dê bavêje.”

* General Xilûsî Akar serokê erkantiya artêşa Tirkiyê bi taximeke pêlebilind a eskerî re vê hefteyê tê Îranê.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek ji welatiyên Kurdistanê re şand û soz da wan ku “dê wan li dijî her êrîşeke muhtemel biparêze”.

* Berpirsê karûbarên siyasî û pêwendiyên giştî yê nivîsingeha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmen Hewramî li ser biryarên hikûmet û parlementoya Iraqê daxuyaniyek da. Hewramî ragihand ku biryarên “şovînî yên hikûmeta Iraqê û parlementoya wê li dijî herêma Kurdistanê mûzayedeyeke siyasî ye bo hilbijaritnên bê yên Iraqê”.

* Parlementoya Herêma Kurdistanê bi piraniya dengên parlementeran bersiv da biryarên sizakirin û dorpêçên Parlementoya Iraqê.

ROJHILATÊ KURDISTN Û IRAN:

* Huseyn Emîr- Ebdullahiyan, alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî şemiyê tekez kir: Cidayîxwzaiya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi wateya xurtkirina koma terorîst a DAIŞ`ê û Rejîam Siyonîst e.

* Televîzyona dewlet a Îranê ragihand ku wê artêşa Iraq û Îranê li sînor tetbîqata leşkeri pêk bînin.

CÎHAN:

* Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû red kir, ku ti roleke welatî wî di referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de hebe û ragihand: “Ji bilî hevsoziya kûr, sirûştî û hertimê ya gelê cihû ya li hemberî gelê kurd, di referandûma Kurdistanê de ti roleke me nebûye.”

* Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de bersiv da Îngîltereyê û ragihand ku di tekoşîna dijî DAIŞê ya ÎngÎltereyê de gumanên me hene.

01.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً