LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Li Sûriyê sivîl hedef tên girtin!

Li Sûriyê sivîl hedef tên girtin!

NAVENDA NÛÇEYAN–  Topbarana Rejîma Beas û Rûsya di demên dawî de li bajarê Dêra Zorê zêde bûne. Rapora Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR), destnişan kir ku di îlonê de di bombebarana balafiran de 3 hezar û 50 kes hatine kuştin. SOHR’e di rapora 6 salên dawî ya li Sûriyê diyar kiribû ku di topbarana rejîma Beas a Sûriyê û Rûsya de 470 hezar kes hatin kuştin.

Di 6 salên dawî de gelek hêz, dewletên navneteweyî û heremî mudaxeleyê Sûriyê kirine û bi wan re Rejîma Beas jî bi pêkanîn, komkûjî û zextên dike tê xwestin wek çarenûs û qedera gelên li Sûriyê bê qebûlkirin.  Her çiqas Sûriyê bi destihladariya malbata Esed de bangî mafê mirovan dike, lê belê bi hezaran kes bûne qurbaniyên Kursiya sermaydariya malbata Esed.

Ligel vê yekê di “Şoreşa Buhara Gelan” de ku hemwelatî banga mafê azadî û hiqûqên xwe kirin rastî topbarana Rêjîma Sûriya hat.  Ev topbaran jî wek e malbata Esed dixwaze heta dawî temenê xwe yê desthiladariyê dirêj bike, hat nirxandin.

Di demên dawî de topbarana Rejîma Beas û Rûsya ya li bajarê Dêra Zorê pêk tê, careke din rapora Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) a di şerê 6 salan a Sûriyê de di encama topbarana rejîma Beas a Sûriyê û Rûsya de 470 hezar kes jiyana xwe ji dest da, zêdetirê 2 milyon kes birîndar bûne û bi dehan gund û bajarok wêran bûne, kete rojevê.

Di girtîgehan de 14 hezar û 712 kes hatine kuştin

Saziya mafê mirovan a bi navê Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) ku şer, pêvçûn û pêşketinên li Sûriyê çavdêr dike û raporan derdixe, raporek 6 salan a ji 2011 heta sala 2017’an weşandiye, rastiya Rejîma Beasê radixe berçavan. Li gor rapora di meha Adarê de hatî weşandin wiha ye: “Di encama topbarana rejîm û ku 3 salên dawî Rûsya jî tevlî bûye, 470 hezar kes hatine kuştin, ji wan 16 hezar zarok û 10 hezar jin in. Zêdetirê 2 milyon kes birîndar bûne. Her wiha di girtîgehên rejîmê yên bajar û navçeyên Sûriyê de bi tevahî 60 hezar kes girtî hene, ji van 14 hezar û 712 kes bi şêweyên cur bi cur hatine kuştin an jî mirin e, ji yên hatine kûştin 112 zarok û 54 jin in.”

Her wiha di raporê de bi tevlîheviyê re, ji hêla komên çete, muxalif û hwd ve 5 hezar û 200 kes hatine revandin û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Topbaran jî û kuştina sivîlan jî didom in

Heman sazî ku di malpera xwe ya fermî de raporek nû ya di 1’ê cotmehê de weşandiye, bîlançoya kesên sivîl ên di encama bombebarankirina bi balafirên rejîm û Rûsya yê de hatine kuştin aşkere kir. Li gor raporê, hat diyarkirin ku di meha îlonê de, li tevahiya Sûriyê bi taybetî di encama bombebarankirina balafirên şer ên Rejîma Sûrî û Rûsya de, 3 hezar û 50 kes hatine kuştin. Di raporê de tê gotin ku ji nav mehên sala 2017’an yê herî zêde sivîl hatine kûştin meha îlonê ye.

 

Hat diyarkirin ku Rejîma Beas a Sûriyê ji bo berfirehkirina desthiladariya xwe bi alîkariya şirîk û hevalbendê xwe Rûsya re, bombebarana sivîlan a li bajarê Dêra Zorê û gundê wê yên bakur didomîn in. Hat destnîşan kirin ku bombabarana balafiran a bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê pêk tên, di heman demê de hêzên rejîmê û komên girêdayên wê sivîlên ku berê xwe didin deverên ku ji hêla QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ve hatine rizgarkirin jî bi hawan û topan tên topbarankirin.

Hat ragihandin ku bi taybetî hefteya dawî di encama topbarana balafirên Rûsiya û rejîmê hejmarek zêde sivîl birîndar bûne. Sivîlên birîndar bûne, ji hêla şervanên QSD’ê ve rakirin Nexweşxaneya Hesekê û tên dermankirin.

‘Çi dibe bi sivilan dibe’

 

Ji koçberên ku êşa xwe di riya ajansa ANHA yê de anîn ziman, bertekê nîşanê bombebaranê dan.  Koçberê bi navê Ehmed Elî ku birayê wî ji ber bombebarana balafirên Rûsiya birîndar bûye têkildarî bûyerê wiha got: ʺJi ber bombebarana balafirên Rûsiya û rêjîma Baas gelek welatî birîndar bûn. Me nikarî wan bi xwe re bînin û xelasbikin, dema em reviyan me nikarî alîkariya wan bikin. Ev 5 sal in em ji ber kiryarên çeteyên DAIŞʹê û bombebarana balafirên Rûsiya û Rêjîma Sûriyê ku bi hinceta li çeteyan didin, li welatiyên sivîl didin.ʺ El-Elî da zanîn ku tekane hêza ku welatiyan rizgar dike QSDʹyê ye.

‘Yê gel rizgar dike QSD ye’

Yek kesên ji ber bomebebarana Rûsiya û rêjîmê reviya ye û hin ji zarokê wî di bombebaranê de birîndar bûye wiha got: ʺBalafirên wan cihê sivîlan bomebbaran dikin, li noqteyên DAIŞʹê nadin. Çi gunehê zarok û sivîlên din e ku balafir wiha bi hovane li wan didin heye. Em hêvî dikin ku QSD tevahî herêmên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞʹê û rêjîma Sûriyê rizgar bikin.ʺ

03.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً