DÊRA ZOR – QSD ku di Dêra Zorê de bi lez ber bi armanca xwe ve pêşve diçe, rejîm û Rûsya jî ku pir tengav bûye riya Palmîra careke din bi destê DAIŞ’ê ve berda.
Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ji bo gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ji DAIŞ’ê paqij bike di 9’ê îlonê de operasyona “Bagêra Cizîrê” dest pê kiribû, bi hemû leza xwe berdewam dike. Rejîma Beas û piştevanên wî Rûsya û hêzên Hizbûllah a girêdayê Îranê ji aliyê başûr ve dikeve bajêr, di bakurê ava Furatê û rojhilatê bajêr de jî operasyonên QSD’ê didom in.
Dem dem ji bo çavkanî û bîrên petrol û xazê û serweriya navçeya Elbû Kemal a di sînorê Iraqê de ye di navbera her du hêzan de gengeşî çêdibin jî lê her du hêz jî ji bo xwe bigihijînin armanca xwe operasyonên wxe bênavber didomîn in.
QSD ku li qesabaya Swerê ya li rojhilatê bakurê bajarê Dêra Zorê dikeve serweriyê pêk aniye, êrîşên DAIŞ’ê ya li ser qesabayê dihêle ku cih bi cih pêvçûn çêbe. Hêzên QSD’ê ku pêşveçûna xwe nesekinandiye, xwe gihande nahiya Mergêda ya bakurê Dêra Zorê dikeve û li vir pêvçûnên dijwar diqewim in.
QSD di aliyê din de jî kîlometreyek nêzî bîra petrolê ya El-Cefra ku dikeve rojhilatê Çemê Firatê. Ev bîra petrolê tê zanîn ku rejîm û Rûsya jî pir dixwazin bidest bixin.
Hat gotin ku DAIŞ jî herêma El Sihna ya dikeve rojavayê Dêra Zorê careke din ji destê rejîmê girt û riya diçe Palmîrayê bi temamî girtiye. DAIŞ ku di vir de pêşveçûna xwe berdewam dike, li navçeya Himîma ya dikeve rojhilatê bajarê Himûsê êrîşê hêzên Hizbûllahê kir û li gor agahiyên destpêkê 8 endamên Hizbûllahê hatiye kûştin.
Hêza Rejîm û piştevanê wî Rûsya ku di herêma El Sihna ya li ser riya Palmîrayê ye de tengav bûye û di wir de asê maye, bi balafiran El Meyadin û Elbû Kemal bombebaran dike û tê îdeakirin ku di van bombebaranan de sivîl hatine kûştin.
Hat destnîşankirin ku QSD ji destpêka operasyona “Bagêra Cizîrê” ji bo ewlehiya bajarên herêma Cizîrê û Reqayê bigire xwestiye heremên rojhilat ên heta digihije Meyadinê ji çeteyan paqij bike, lê ji ber belafirên Rûsya 2 caran noqteyên QSD’ê bombebaran kir, wê hedefa xwe berfirehtir kiriye.
Ji ber vê yekê wê deriyê sînor a bi Iraqê re Elbû Kemal ku di heman demî de ji bo “Kevana Şiî” ya Îranê wek e navendekî derbasbûnê ya ji Tehranê destpê dike di ser Elbû Kemal ji wir ber bi Şamê û heta digihije Idlib û Laziqiyê ye pir girîng wê ji aliyê kîjan hêzî ve bê bidesxistin ne diyar e. Navçeya Elbû Kemal ku 37 km ji hêzên rejîmê dur e, ji QSD’ê jî nêzî 100 km dûr e.
04.10.2017
Rojev24