DÊRA ZOR – Di roja 27 an ji pêngava Bagera Cizîrê şervanên meclisa leşkerî ya Dêra zorê pêşveçûna xwe didomînin, di nava heftiyekê de ji her çar baskan ve 11 gund û 37 mezra ji çeteyên DAIŞ ê hatin rizgarkirin û 141 çete hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina herêma Cizîrê û rojhilatê Firatê ji çeteyên DAIŞ′ê didome. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hêzên din ên QSD’ê li her çar baskên hemleyê pêşveçûna xwe didomînin.
Şervanên meclisa leşkerî ya Dêra zorê ku di bin sîwana QSD ê de ye di 9 Îlonê de operasyona Dêra zorê raghandin.
Ji aliyekî ve Reqa û ji aliyê din ve jî Dêra zor şervanên QSD ê yekemîn car e du operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ ê birêvdibin.
Di nava heftiyekê de şervanên QSD ê karîbûn 11 gundên (Kober, Wusaye zorî, Qibada, Bîr Nefax, Eniz, Licê, Hermûşiya biçûk, Hermûşiya mezin, Til kesra, Til Ebû Fehat, Wesiha) û 37 mezra rizgarbikin.
Baskê Siwer: Li başûrê bajaroka Siwerê ya bakur-rojhilatê Dêrazorê, şervanên QSD`ê 3`yê mezra ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şerê rizgarkirina her sê mezran de, 6 çete hatin kuştin û 7 kelaşînkov, 2 BKC, yek B7, erebeyeke zirxî, 4 rext, çekeke sekvanî û tevî 6 cenazeyên çeteyan, ketin destê şervanan. Li gundê Cûweyîf ê başûrê bajaroka Siwerê jî 4 çete hatin kuştin.Li başurê şîriketa Cefir jî du çete hatin girtin. Piştî ku şervanên QSD′ê gundê Bîr Nefax ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin, li gund tuneleke çeteyan a 25 m dîtin.
Li gundê Wesiha şerê pir dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derket, di encama vî şerî de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. cenazeyên wan ketin destê şervanan. Her wiha miqdarek çek ″du BKC, yek B7 û du keleş″ ketin destê şervanan. Di nava heftiya borî de gundê Wesiha ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgar kirin. Li vî baskî balafirek keşfê ya çeteyan kete destê şervanan.
Li baskê Siwer jî şervanan xebatên paqijkirina bajar ji mayîn û bermahiyên çeteyan bi dawî kirin. Li vir erebeyeke zirxî ya çeteyan ket destê şervanan.
Baskê Cezrat: Li baskê Cezrat şervanan gundên Wusaye Zorî, Qibada,Licê, Hermûşiya Biçûk, Hermûşiya Mezin,Til Kesra, Til Ebû Fehet, 4 mezra û meheta trênê rizgar kirin. Her wiha zêdetirî 50 çete hatin kuştin. Cezaneyên 7 çeteyan jî di destê şervanan de ye, her wiha şervanan 3 kilêş, 2 rextên çeteyan ketin destê şervanan. Li vir jî şervan pêşveçûna xwe didomînin.
Li gundê Til Kesra şerek dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Şervanên QSD’ê 4 mezre ji çeteyan rizgar kir. Di encama vî şerî de şervanên QSD’ê yek jê serçete 4 çete kuştin. Cenazeyên her 4 çeteyan û cebilxaneya wan ketin destê QSD’ê.
Şervanên QSD’ê piştî ku di 3 ê Îlonê de gundê Kobarê yê li herêma Cezra ya Dêrazorê rizgar kirin, li gund operasyona paqijkirinê dabûn destpêkirin. Operasyon bi dawî bû û di encamê de 2 çete hatin kuştin û çekên wan hatin desteserkirin, û 5 çeteyên DAIŞ′ê (yek jê serçete) yên ku dixwestin derbasî herêmên rizgarkirî bibin hatin girtin.
Baskê Mergeda: Li baskê Mergeda Şervan pêşveçûna xwe didomînin, 26 mezre rizgar kirin. Di şerê li vir de 17 çete hatin kuştin. 2 kilêş, 1 BKC, tivingekek nêçîrê, Bernoyek, 2 top,Erebeyek teqemeniyê, erebeyek leşkerî û yek çeka RBC kete destê şervanan.
Li herêma Mergeda depoyeke cebilxanê ya çeteyên DAIŞ`ê ket destê şervanan. Di wê depoyê de 8 fûze, 82 rokêtên hewanên 120, 62 rokêtên hewana 82 û 25 rokêtên hewana 60 hebûn.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di 28’ê îlonê de gundên Bîr Nefax û Eniz yên bakurê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Rewşa Sivîlan:
Xebatkarên Heyva Sor a Kurd ên li herêma Milêha ya bakurê Dêrazorê rojane pêşwaziya welatên koçber ên ji ber bombebarna balafirên Rûsiya, rêjîma Sûriyê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûn, dikin.
Endamê Heyva Sor a Kurd Elî Mihemed Îsa got ku piraniya koçberên birîndar bûne ji ber bombebarana balafirên Rûsiya û rêjîma Sûriyê birîndar bûn û ev tişt anî ziman: “Welatî ji ber bombebaran û êrîşên wan koçber didbin û berê xwe didin herêmên QSD’ê. Em rojane pêşwaziya zêdeyî 2 birîndarên ku ji ber bombebarana balafirên Rûsiya, rêjîma Sûriyê birîndar bûne. Di heman demê de em pêşwaziya kesên ku nexweş ketine û piraniya wan jî kesên bi temen û zarokan in.”
Elî Mihemed di dawiya axaftina xwe de jî got ku Heyva Sor welatiyên koçber derman dike û hemû pêwîstiyên tenduristiyê ji wan re pêşkêş dikin û wiha got: “Birîndarên ku rewşa wan giran be jî em wan dişînin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.”
Zêdeyî 31 hezar koçberên ji Dêrazorê ku di nav de birîndar jî hebûn, ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê û bomebarana balafirên Rûsiyê û rêjîma Sûriyê koçber bûn û xwe spartin herêmên di bin parastina hêzên Sûriya Demokratîk de. Koçber li herêma Milêhe ya rizgarkirî têne bicihkirinn.
Balafirên şer ên rêjîma Sûriyê di 2 Cotmehê de bajarê Ebû Kemal ê Dêrazorê ya li ser sînor Îraqê bombebaran kirin, herî kêm 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, her wiha hejmarek sivîlên din jî birîndar bûne. Her weha balafirên rêjîmê bajaroka Meyadîn jî bombebaran kirin.
09.10.2017
Rojev24