REQA – Hemleya Cenga mezin ber bi dawiyê ve diçe û şervanên QSD ê bi hemû hêz şer dikin û di rojekê de 17 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome. Li derdora nexweşxaneya Wetenî, çerxereya Neîm û goristana bajar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan dixin.
Çeteyan li nêzî goristana bajêr hewldan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî şervanan bikin. Lê beriya ku her ku du wesayît bighêjin armaca xwe, ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.
Di şerê li derdora goristana bajêr de 17 çete hatin kuştin û hêjmarek zêde ji çekên çeteyan ketin destên şervanan.
Her wiha di şerê li vê derê de 2 şervan jî şehîd bûn.
Şer bi dijwarî berdewam dike.
11.10.2017
Rojev24