REQA – Di nav şerên giran yên Reqayê de ji duh ve li taxên Nehda û Berîd dîsa çeteyên DAIŞ ê sivîlan wek mertal bikartînin, şervanên QSD ê sed sivîl li van taxan rizgarkirin.
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, çeteyên DAIŞ’ê li navenda bajêr di qadeke teng de asê mane. Şervanên QSD’ê dor li çeteyan girtine û çembera li dora wan her ku diçe tengtir dibe.
Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku temenê xwe dirêj bikin wekî her car sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê jî bi operasyonên taybet sivîlan ji destên çeteyan rizgar dikin. Di vê çarçoveyê de, îro jî ji taxên Nehda û Berîd sed sivîlên din ku piraniya wan jin û zarokin bûn, ji aliyê tîmên taybet ve hatin rizgarkirin.
Di şerên giran ku heta li navenda bajarê Reqayê de dewam dike, operasyonên rizgarkirina sivîlan jî ji aliyê tîmên tayebt ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê didome.,
12.10.2017
Rojev24