KOBANÊ – Li Kantona Kobanê ji bo bilindkirina rêjeya aboriya jinan, desteya jin fabrîkeya çêkirina mûneta payizê vekir.
Ji hêla Desteya Jin a Kantona Kobanê ya Herêma Firatê fabrîka jinan a bi navê “Vîna Jin” a çêkirin mûneta payizê û xwarinên hişkirî hate vekirin. Fabrîqeya ku li taxa Şehîd Abdo hatî vekirin, berpirs û endamên saziyên jin ên ji heremê hatibûn tevlî merasîma vekirina fabrîqeyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê vekirina fabrîqeyê hat kirin, hat gotin ku armanca vekirinê ji bo bilindkirina rêjeya aboriya jin û xwe berpirs dîtin, ji bo pêkanînên pêwîstî û peydakirina derfetên karekî berfireh ji bo hejnmarek mezin ji jinan hate kirin.
Vekirina fabrîqeyê ji aliyê hevjîna Şehîd Abdo ku di şerê bajarê Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû Emûna Bekîr ve hat kirin. Piştî vekirinê Cigira Serokê Desteya Jinê Elmaz Romî axaftina vekirinê kir û got: “Armanca me ji vê projeyê bilindkirina asta aborya jinê û pêşxistina karê jinan û avakirina derfeta kar ji bo jinên ku debara jiyana xwe dikin de ye.”
Piştî axaftinê beşdaran derbasî fabrîqeyê bûn û derheqê fabrîqeyê de ji berpirsiyaran agahî girtin. Hat gotin ku ji bo vekirina fabrîqeyê 8 meh zêdetire li ser tê xebitandin û dê di fabrîqeyê de 11 jin kar bikin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di fabrîqeyê de ji madeyên xwarinê (munet) kul i ser destan hatiye çêkirin pêk tê û ava bacan (mireba) sebzeyên hişkirî bên amadekirin û bi buhayek kêm bên firotin.
12.10.2017
Rojev24