REQA – Li bajarê Reqayê ku QSD’ê bi daxuyaniyekî aşkere kir ku qonaxa dawî ya Hemleya Şehîd Ednan Ebû Emced a paqijkirina tevahî DAIŞ û rizgarkirina sivîlan de 550 sivîl hatin rizgarkirin, diyar kirin ku ew pir kêfxweş in û êdî ew dê bê tirs karibin rakevin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku qonaxa dawî ya Hemleya Şehîd Ednan Ebû Emced a paqijkirina tevahî DAIŞ û rizgarkirina sivîlan de, ji 7 taxên hêj nehatine rizgarkirin, ji aliyê Tîma Taybet a Rizgarkirina Sivîlan ve 550 sivîl hatin rizgarkirin. Her wiha 3 jinên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê de birîndar bûn, ji aliyê Heyva Sor ve tên dermankirin.
‘Ev ne xewne ne wisa?’
Ji hêla şervanên QSD’ê ve ku 3 jin di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn birîndarkirin, rizgarkirin û anîn navenda Heyva Sor a li Eniya Rojhilatê Reqayê, diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê demek dirêje zilm û zordariyên nayên gotin li ser wan pêkanîne û destnîşan kirin ku niha jî wan birîndarkirin û ew di holê de hiştin e.
Hêzên QSD’ê ji 7 taxên wek e Taxa Kurdan, Elqîtar, Elberîd, Elsexanê, Elbedo, Elendelûs û Elmethena ku li benda paqijkirina ji çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina sivîlan e, zarok, jin û ixtiyarên di nava 550 sivîlên hatin rizgarkirin de jî, hêstên xwe anîn ziman. Sivîlan gotin “Gelo niha ev ne xewne ne wisa. Em niha rizgar bûne. Em ji destê wan hovan derketin ne? Vaye ev çend salin me nikaribû tiştekî bikira, me bi tirs serê xwe datanî ser balgîvê. Lê niha êdî em dê bê tirs rakevin.
15.10.2017
Rojev24