QAMIŞLO – Li bajarê Amûdê ya girêdayê Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, piraniya wan jin bi deh hezaran kes daketin qadan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan.
Gelê kurd ku li her derê ji bo agahî derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bigirin, tecrîda giran şermezar bikin û azadiya wî biqêrin çalakiyan pêk tînin îro li bajarê Amûdê ya girêdayê Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, bi 10 hezaran kes meşek girseyî lidarxistin. Endam û rêveberên saziyên jin, ciwan, komînên gund, navçe û bajarên Kantona Qamişlo jî heyî li Qada Azad a Jinê li hev civiyan. Dovîz û panqartên ku tecrîd şermezar dikin û azadiya Ocalan vedibêjin, her wiha wêneyên mezin ên Ocalan hatin vekirin û ber bi avahiya Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Rojava (YCR) ve meşiyan. Jin û zarokên ku wêneyên Ocalan rakiribûn, dîmenên rengîn derxist holê.
Di encama meşê de ji aliyê rêveberiya TEV-DEM’ê ve daxûyanî hat dayîn de, bang li hemû hêz û saziyên navneteweyî kir ku ji bo dawî li tecrîda li ser rêberê wan bê rakirin û demildest agahî derbarê tenduristiya Ocalan de bê dayîn.
16.10.2017
Rojev24