LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Reqayê: Taxên Bedû û Sexanî jî hatin paqijkirin

Reqayê: Taxên Bedû û Sexanî jî hatin paqijkirin

REQA – Îro tevî 2 taxên beriya niha taxên Bedû û Sexanî jî ji aliyê hêzên QSD ê ve hatin rigarkirin.
Şer û pevçûnên li navenda Reqayê bênavber berdewam dikin. Di encama şerên giran yên di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de taxên Bedû û Sexanî ji çeteyan hatin paqijkirin. Taxa Bedû, taxa Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed e.
Her wiha li Derdora Çerxerêya Neîm, nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê jî şer û pevçûnên giran berdewam dikin.
Ji aliyê din ve Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed da zanîn ku îro tevahiya rojê şervanên QSD’ê pêşketinên girîng bi dest xistine û derbeyên giran li çeteyan dane.
Cîhan Şêx Ehmed wiha got: “Şervanên me îro gelek serkeftinên girîng bi dest xistin, taxên di destên çeteyan de mabûn bi tamamî rizgar kirin. Niha di destên çeteyan de Çerxerêya Neîm, nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê mane. Ev der jî hatine dorpêçkirin û heta sibê wê şervanên me van deran jî rizgar bikin″.
16.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً