REQA – Di roja duyemîn a qonaxa Ş.Ednan Ebû Emced de taxên Endelus û Metar hatin rizgarkirin û niha şer li 7 taxên mayî didomin.
Qonaxa dawî ya bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced a Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja duyemîn de bi hemû leza xwe didome. Ji duh ve û heta niha li taxên Kurdan, Huriye (Azadî), Metar, Sêxanî, Methene, Bedû, Endelus, li derdora Nexweşxaneya Watanî, Stada Fûtbolê û Çerxerêya Neîm di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin.
Di encama van şeran de taxên Endelus û Metar ji çeteyan hatin paqijkirin.
Her wiha di encama van şeran de 7 çeteyên biyanî hatin kuştin û 10 çeteyan jî xwe radestî şervanan kirin. Pêşdeçûna şervanan didome.
16.10.2017
Rojev24