LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şervanên QSD ê bi temamî Reqa rizgarkirin

Şervanên QSD ê bi temamî Reqa rizgarkirin

REQA – Piştî derbasbûna 12 heyvan ji Hemleya Xezeba Firatê û bi îlankirina qonaxa dawîn ya Şehîd Idnan Ebû Emced de îro ji aliyê Şervanên QSD ê ve Reqa bi temamî hate rizgarkirin.

Operasyona rizgarkirina Reqayê ku di 6 ê mijdara 2016 an de ji aliyê fermandariya QSD ê ve hate dayîn, îro Şervanên QSD mizgîniya rizgarkirina Reqayê bi temamaî ji çeteyên DAIŞ ê dan.

Daxuyaniya rizgarkirina Reqayê hêjî ne hatiye dayîn ji ber ku ew fermî bi daxuyaniyekê ji aliyê berdevka Hemleyê fermandar Cîhan şêx Ehmed de di nava îro sibe de were dayîn.

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yekem car di meha hezîran a 2014’an de “Xîlafet” di bajarê Reqayê de îlan kirin û hemû cure zilm û zordarî di der heqê sivîlan de pêk anî.

Hemleya rizgarkirina Reqa û gundewarê wê ji aliyê Fermandariya QSD ê ve di 6 ê mijdara 2016 an de hate dayîn û di pêvajoyên giring de bi binxistina DAIŞê de derbasbû. Bi vê yekê ev 12 heyvin bi bedelên giran şervanên QSD ê bi soza rizgarkirina Reqayê û tola jinên Êzdî rakirin de bi tevlîbûna pêşng ya şervanên YPJ û YJŞ de îro mizgîniya rizgarkirina Reqa bi giştî radighîne.

Hêjayî bi bîra anînê ye ku Şervanên QSD ê bi pêşngiya YPG / YPJ rojana di nava Reqa de bi lehengiyeke mezin pêşveçûnên bi lez û bez bidestxistin û bi hezarn ji çeteyên DAIŞ ê kuştin tevî vê yekê jî bi şerên giran QSD ê rê neda ku tu carî sivîl rastî mirinê werin û li pêşiya mirinê ew ji sivîlan re wek mertal bûn.

Şervanan niha dest bi xebatên paqijkirina derdora nexweşxaneyê kirine.

17.10.2017

Rojev24


شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً