REQA – Di berdewamiya qonaxa Şehîd Idnan Ebû Emced de nexweşxaneya Wetenî bi temamî ji çeteyan hate rizgar kirin û di encamê de 22 çeteyên biyanî hatin kuştin.
Bi derbasbûna Hemleya Xezeba Firatê heyva 12 an, qonaxa dawî ji hemleyê bi navê Şehîd Idnan Ebû Emced de di 15 Cotmehê de hate raghandin, hemle di roja 3 an de didiome. Di vê çarçoveyê de
Qonaxa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Reqayê a bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced bi hemû leza xwe berdewam dike.
Ji duh şev heta vê sibehê li derdora nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê yên Reqayê, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû dan.
Di encama van şerên giran de, şervanên QSD`ê nexweşxaneya Wetenî bi temamî ji çeteyan rizgar kirin û li vir 22 çeteyên biyanî hatin kuştin.
Li derdora Stada Fotbolê jî şer bi dijwarî berdewam dike.
17.10.2017
Rojev24