LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Ji Reqayê wêneyên dawî

Ji Reqayê wêneyên dawî

REQA- Şervanên jin li bajarê ku dawî li dîlgirtina 5 sal a DAIŞê anî, em derbarê operasyonê de wêneyên dawî diweşînin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di operasyona Reqayê de gihişte hedefa xwe, operasyona paqijkirina nava bajêr jî didome. Di bajarê ku dîlgirtina 5 salan a DAIŞê dawî hat de sivîlên hatin rizgarkirin jî di rupelên dîrokê de cih girtin. Di bajarê ku weke bazara koleyan tê bîranîn jin, wek cariye dihatin firotin, Şervanên YPJ’yî beziyan bi hawara wan ve. DAIŞ ê ku her cure zilmê; ji jin, zarok û ixtiyaran re rewa didît, ligel vê jî ji bo operasyonên QSDê rawestîne hin sivîlan jî weke mertala zindî bikartanî. Şervanan jî ji bo sivîl zirar nebinîn perasyonên taybet pêk tanîn û wan rizgar dikirin.

Ew demên hanan ketin ber objektîfên me. Li Reqayê ku sivîlên dawî yên hatin rizgarkirin ew bûn, em wan rojên dîrokî parve dikin.

Kesê dawî ya li Reqayê hate rizgarkirin jina temenê 60 salî Rabîya Rehman a ji bajarê Laziqiyê bû. Rehman di dema paqijkirina derdora stadyua futbolê de dihat kirin de hat rizgarkirin.

Jinan bêrîkirina xwe ya ji bin dîlgirtina ya 5 salan bi hembêzkirina şervanên jin ên wana rizgarkirne re parvekirin. Jinek ya şervanekê YPJ’yî di eniya wê de maçê dike.

Xizmên hev ên hev windakiribûn di encama operasyona şervanan de hev dibînin û hev hembêz dikin.

Li Reqayê ku hêstiyarî, kêfxweşî, coş, tirs, ken û girî bi hev re tê jiyîn, duayên ji bo şervanan kêm nabe.

Her Reqayiyeke dihat rizgarkirin silavên germ didin şervanan.

Di operasyona ku 4 meh domkir de gelek sivîl ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin, yên xizmên wan hatine kuştin ji şervanan dixwazin cendekên wan bên dîtin.

Jin, zarok û ixtiyar bi hêsterên çavan xwe digihêjinin şervanan.

Di her gavekî ya li kolanan de demên dîrokî hatin jiyandin de tarîtî cihê xwe ji ronahiyê re berda, jinan paşverutiyê di peytexta wî de têk bir.

18.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً