LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / QSD di Bagera Cizîrê de mezintirîn zevî El-Umer kontrol kiriye

QSD di Bagera Cizîrê de mezintirîn zevî El-Umer kontrol kiriye

DÊRA ZOR – Di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de ku ji aliyê şervanên QSD ê ve di roja 50 î de tê birêvebirin mezintirîn zeviyên Sûriyê El-Umer kontrol kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan îro vê sibehê Zeviyê El-Umer ê petrolê ku mezintirîn zeviyê petrolê li Sûriyeyê ye piştî şerên bi DAIŞ ê re kontrol kir.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD li ser malpera xw ya fermî raghand ku hêzên wan di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞê de zeviyên petrolê yê El-Umer li gundewarê Dêra zorê kontrol kirine.
Her wiha ji aliyê xwe QSD ê agahiyên ku dibêjin hêzên Rêjîma Sûriyê zeviyê petrolê ku bi ser bajarê Meyadîn rojhilatî Dêra zorê ve ye kontrol kiriye red kir û got ku Rêjîm 3 kîlo metre dûrî zevî sekinî ye.
Zeviyê El-Umer 10 Km li rojhilatê bajarê El-Meyadîn ê parêzgeha Dêrazorê dikeve. Zevî mezintirîn zevî li Sûriyê ye rojane 30 hezar bermîl petrol hilbirîna wê ye. Di nav zevî de fabrîka gazê û meheteya dayîna elektirîk heye.
Pêngava Bagera Cizîrê ku 9`ê îlonê hatibû destpêkirin, di roja 50 î de bi hemû leza xwe dewam dike.
22.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً