LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / ‘Îranî ne, nasnameyên tirkî radikin û dibêjin em Iraqî ne’

‘Îranî ne, nasnameyên tirkî radikin û dibêjin em Iraqî ne’

NAVENDA NÛÇEYAN – Di tora civakî de dîmenek a ji aliyê pêşmergeyên başurê Kurdistanê de di encama pêvçûna di navbêra wan û Heşdî Şabî de rû daye de, nasnameyek a tirkî li ser Heşdî Şabiyan derketiye. Di dîmenê de peşmerge dibêje “Heşdî Şabî Îranî ne, nasnameya wan tirkî ye û ew bixwe jî dibêjin em Iraqî ne.”

Di dîmenekî ku li ser tora civakî hatî belavkirin de endamekî hêzên peşmerge yên başûrê Kurdistanê ya tê îdeakirin di navbera wan û Heşdî Şabî de li herêma Rabîa ya sînorê Iraq û Sûriyê de rû daye de nasnameya tirkî li ser endamekî kuştî ya Haşdî Şabî hatiye dîtin. Di dîmenê de ku endamekî peşmerge nîşan dide, diyar dike ku ev nasname ji aliyê dewleta tirk ve ji bo alîkariya Îranê an go Haşdî Şabî bike hatiye çêkirin û berê wan daye başurê Kurdistanê. Heman peşmerge di dîmenê de dibêje ku “Heşdî Şabî Îranî ne, dewleta tirk nasnameya tirkî ji wan re çêdike û Heşdî Şabî jî dibêjin ‘em Iraqî ne’.

Nakokî!

Li aliyekî ev bûyer diqewime li aliyê din de jî ligel êrîşa Haşdî Şabî û artêşa navenda Iraqê ya li ser Kerkûkê, Serokwezîrê Hikumeta Federaliya Herêma Başurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniya xwe de xwe bi dewleta tirk xweş dike û gotibû “Divê hikumeta navenda Iraqê têkiliya xwe bi dewleta tirk re baş bike.”

25.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً