LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* li Muhatta Cefar (stasyona trenê) Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser noqteyên şervanên QSD`ê. di encama bersiv dayîna şervanan de panzerek çeteyan hate rûxandin, 2 çete jî hatin kuştin.

* Di oprasiyona Bagera Cezîrê de hêzên QSDê bajarokê Şihêl li bakurê çemê Feratê rizgar kirin.

* Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ciwanekî din bi awayekî hovane êşkence kirin û ew avêtên aliyê Rojava.

* Artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên rojhilat û rojavayê kantona Kobanê hedef girtin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşên artêşa Tirk dan. Di encamê de erbeyek leşkerî ya artêşa Turk hate rûxandin û yeka din jî derbe xwar.

* Hêzên rejîma Sûriyê hewil didin ku xwe bigihînin bajarê Ebû Kemal yê Dêrazorê û hêzên Iraqê di heman demê de dibêjin ku dê berê xwe bidin bajarê El-Qaim.

* Rûsya mafê Vîto bo Esed careke din bikar anî. Nûnera Amerîkî li Netewên Yekbûyî Nîkî Hêlî, got “Rûsya careke din ji bo ku Beşar El-Esed bi sedema bikarînan wî ji çekên kîmyayî ceza nebe” tekez kir ku wê hemî tiştî bikar bîne.

* Hevpeymana nevdewletî bi serpiriştiya Emerîkayê têkiliya xwe bi êrîşa esîmanî bi ser taxa El Qusûr li Dêrazorê de red kir ku di encamê de çarde sivîlî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî sî kesî birînadar bûn.

*Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkoşer Bêrîtan bi daxuyaniyekê bi bîr anî û got:”Bêrîtan bû sembola xeta jinên berxwedêr”.

* Jinên ku di saziyên civaka sivîl, sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digrin, bi daxuyaniyekê soza bilindkirina têkoşîn û zêdekirina çalakiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dan.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Hat ragihandine ku ji ber derketina qanûna nû li bara vîzayê li Amerîka, taxima dadweriya Tirkiyê nekarî vîzaya çûna Amerîka verbigre.

* Rêberê partiya Komarîxwaz ê Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu  daxwaza lidarxistina hilbijartinên zûdem kir.

* Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, got: “Operasyona hêzên me li Idlibê bi dawî hatiye û armnaca me ya tê bajarê Efrîn ya Sûriyê ye“

* Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê tev Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî, wezîrê karên derve yê Qeterê li Enqerê hevdîtin û gotûbêj kirin.

* Serokomarê Tirkiyê tevî rexneya ji berfirehbûna nijadperestiyê, li welatên ewropî hişyarî da rayedarên van welatan ku dê pêşerojeka nêzik li benda wan be.

* Li taxên Şehîtlîk û Benûsenê ya navçeya Yenîşehîrê bi kêmanî 17 kes hatin binçavkirin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Serokê Odeya Bazirganên Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ragihand ku hikûmeta Îranê biryar da ku deriyên sînorî yên li gel parêzgeha Silêmaniyê veke.

* Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bangewazî li raya giştî li Iraqê û raya giştî ya cîhanê kir ku ji bo şer bê rawestandin û dîyalog bê destpêkirin û 3 pêşniyar pêşkeş kirin. Hikûmeta Kurdistanê daxwaz kir ku encamên referandûma serxwebûnê werin cemidandin û li ser bingeha destûra Iraqê danûstandin destpê bikin.

* Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berî serdana Enqereyê di civîna xwe ya çapemenî de ragihand ku em dixwazin dîsa petrolê sewkî Tirkiyeyê bikin.

* Zalmay Xelîlzad ku Balyozê Amerîkayê li Bexdayê bû ragihand ku êdî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî guh nade hişyariyên Washîngtonê.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Serokê Ofîsa Ayetullah Elî Xamaneyî Mihemed Mihemedî diyar kir ku bi hewlên Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya bi ser pasdarên Îranê ve, plana avakirina Îsraîla duyem a li ser axa Herêma Kurdistanê têk bir.

* Hat ragihandin ku li Îranê kesekî ku derheqê xebatkarên nûkleerî de agahiyên veşartî didan Îsraîlê cezayê îdamê lê hat birîn.

* Rêjîma Îranê li ser sînorê di nvabera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de 2 koçberên Kurd bi birîndarî girtin û dest danîn ser barên wan.

CÎHAN:

* Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li merasîmekê behsa rûdanên dawî yên li Herêma Kurdistanê kir û da xuyakirin, Îsraîl rêzeke mezin li daxwazên serxwebûnê yên Kurdan digire. Û got ku ‘Divê dinya ji bo dahatuya wan, piştgiriyê bide Kurdan û ji bo ewlehiya wan bibe alîkar.”

* Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Hêdir Nurt ragihand ku ew dizanin ku Heşda Şebî beşeke ji Hêzên Îraqî ne, lê ya ew baş dizanin ku ew ji jêr di bin bandora Îranê de ne.

25.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً