LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Abadî: Operasyona rizgarkirina El Qayîm destpêdike

Abadî: Operasyona rizgarkirina El Qayîm destpêdike

IRAQ-Hêzên Iraqî wê dest bi operasyona rizgarkirina heremên herî dawî ku li Iraqê di bin dagirkeriya DAIŞê de ne bike.
Fermandariya Leşkerî ya Iraqê raghand ku ewê dest bi operasyona rizgaririna heremên herî dawî ku li Iraqê di destê DAIŞ de mane bikin.
Li gorî daxuyaniya Serokowezîrê Iraqê Heyder Abadî wê hêzên Iraqî operasyona bajarokên Rewa û Qayîm li Enbarê rojavayê bajar nêzî sînorê Sûriyê dest pêbikin. Di daxuyaniya Abadî de ku li ser malpera xwe ya fermî raghandin, hêzên Iraqî ber bi navenda dawî a terorê li Iraqê ve pêşvediçe da ku Qayîm, Rewa û Qesbat rojavayê Enbarê rizgarbikin.
Herdu bajarokên Qayîm û Rewa heremên herî dawî li Iraqê di bin serweriya DAIŞ ê de mane.
Li gorî ku hate raghandin wê operasyon ji sê baskan ve bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî û Êlên Sinî destpêbike.
26.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً