LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Başurê Kurdistanê piştî referandumê kevir ji cihê xwe dilebitîn!

Li Başurê Kurdistanê piştî referandumê kevir ji cihê xwe dilebitîn!

NAVENDA NÛÇEYAN – Di Herêma Kurdistana Federe ya piştî referandumê ji sedî 35 erdê xwe winda kirî de kevir ji cihê xwe dilebitin. Tê gotin ku YNK hindik be jî bi hêz bûye, PDK jî di Bêhdînan de tengav bûye.

 

Li herêma başurê Kurdistanê ku di 25’ê îlonê de referandûma “Serxwebûnê” pêk hat de hemû keviran ji cihê xwe lebitand. Artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şabî, piştî dagirkirina DAIŞ’ê “heremên di nîqaşê de ne” ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) serwertiyê dikirin di 16’ê cotmehê de xwe kişandin xist bin qontrola xwe. Bi vê re PDK û YNK’ê yên di herêma başurê Kurdistanê de sedî 35 ax winda kirin dest bi hev gumanbar û sûcdar kirin û di nava her du partiyan de jî pêvajoya jihev hesab pirsîn a navxweyî dest pê kir. Pêvajoya nû ya di heremê de ne partiyên kurd, di heman demî de rê li lêgerînên nû yên îtîfaq û têkiliyên navneteweyî vekir.

PDK

Hat nirxandin ku hesabên PDK û serokê wî Mesûd Barzanî negirt. Barzanî û PDK ku demek dirêje li Kurdistanê nehişt hilbijartin çêbibe, piştgiriya pêwîst neda Rojavayê, pir zêde xwe nêzî Tirkiyê kir û ew prestîja wî ya ku hejiya bû xwest bi referandumê komî ser hev bike di hilbijartinan de amadekariya ji bo bibe “Tekane nûnerê kurdan” dikir, bi vê pêvajoyî re zêdetir kete rewşekî ku nikare jê derkeve. Tê gotin Barzanî ku bi referandumê re qarta wê dewlet ava bike xiste berîka xwe û xwest bi vê awayî biçe hilbijartinan, eger bi ser bikeve dê kurê xwe Mesrûr wek namzet nîşan bide. Dîroka hilbijartinê ji bo jinûve diyar bike ku hat taloq kirin, tê axaftin ku peywira rewşê komî serhevkirinê jî dane braziyê xwe Nêçîrvan Barzanî, ji bo denetimê jî wê ya Mesrûr bike. Xeyala serokatiyê ya Mesrûr ku ma bihareke din, Nêçîrvan a ku ji bo rewşê komî ser hev bike hatiye peywirdarkirin jî niha şensek nedane yê, lê Nêçîrvan bixwe jî hin hesabên cuda dike.

 

YNK

Hat diyarkirin ku di YNK’ê de jî aliyê Hêro Talabanî û Pawel Talabanî, Lahor Şêx Cengî, Aras Şêx Cengî jî hinekî bi hêz bûne. Tê îfade kirin ku Cigirê Serokê hikumeta başurê Kurdistanê Qûbat Talabanî di têkiliyên hikumet û PDK’ê de rol dilîze, lê bê bandor hatiye hiştin. Di kulîsan de jî tê gotin ku wê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Mele Bextiyar jî wê îstîfa bike. Dîsa Cigirê Serokê partiyê Kosret Resûl Elî jî her çiqas wê ji partiyê veqete di rojevê de be jî, derbarê mijarê de di navbera Resûl û Hêro de bi riya navbêrkaran re hevdîtin berdewam dikin.

 

Bi Kosret Resûl re hin navên din ên ku di lîsteya xeyidîne de Fermandarê Hêzên 70’emîn a li derdora Kerkûkê de ye Cafer Şêx Mistefa û waliyê Kerkukê yê zêdetir nêzî Mele Bextiyar e Necmedîn Kerîm re jî hene. Her wiha ji van re pênaseya kesên di nava YNK’ê de lê PDK’yî tên naskirin, bi riya walî Necmedîn Kerîm re her çiqas diçe qarta xwe ya xeyidandinê dewlemend bikin jî, lê li aliyê din di siyasetê de hilweşiyan e. Waliyê Kerkukê ku tevlî PDK’ê bû, tê payîn ku ji bo sekreteriya giştî ya YNK’ê jî wê ya Pawel Talabanî bê bicihkirin. Tê diyarkirin ku wê peşmergeyên girêdayên YNK’ê jî radestî Fermandarê Hêzên Antî Terorê Lahor Şêx Cengî bikin. Tê gotin ku cih û warên di çerçoveya madeya 140 a di navbêra YNK û Bexdayê de hatibûn diyarkirin, wê weke beriya 2014’an dîsa rêveberiyek hevpar bê avakirin û nûnertiyê jî bê parve kirin.

Eger ev yek bi vê halî bimeşe wê PDK di herêma Behdînan de asê bimîn e.

GORAN

Hat destnîşankirin ku Tevgera Goran jî wê ji valatiya siyasî derkeve pêş û pêşiya wê jî vekirî ye. Astengî û kêmasiya herî mezin a li pêşiya Goran ew e ku serokê wî Omer Seyîd Elî di siyasetê de bê tecrûbe tê xuyakirin e.

YEKGIRTU

Di bin serokatiya Bahadîn Selahadîn de Yekgirtû jî, ji kevneşopiya Birayên Misliman (îhwan) ên ku eslê xwe ji Misirê ne tê. Tê gotin ev partiya ku wek versiyona AKP’ê ya heremê tê qebûl kirin û nêzî PDK’ê disekine, ji ber vê yekê jî wê pir zêde mezin nebe.

KOMALA

Komala ya di bin serokatiya Elî Bapîr jî, bi Goran re tev digere. Ev partî ji kevneşopiya Selefî û wek berdewamiya Mele Kirêkar tê. Amerîka di sala 2000 de li Helepçeyê Komalayê dabû, ya Elî Bapîr jî girtibû. Her çiqas serbest berda be jî hinek bi fikar tevdigeriya. Eger rê li Bapîr bê vekirin dibe ku hineke din bi bandorker bibe, lê dîsa jî wê nikaribe ji Helepçeyê derbas bike. Ji bo partiyê şîroveya ku kurd ji kevneşopiya selefî dur disekinin û ji ber vê yekî jî ev tevger wê biçûk (marjînal) bimîn e.

PKK

PKK ku di heremê de bi taybetî salên dawî her roja diçe xwe zêdetir dide hîskirin, ligel astengiya PDK û YNK’ê bihêztir dibe. Tê diyarkirin ku PKK bi siyasetekê bandorker dikare gavên mezin bavêje û pêşiya wê vekirî ye, di siyaseta heremê de zêdetir bandor bibe wek suprîz nayê dîtin. Di herêma ku bandora mezin li ser Rojava dike de, her çiqas ne demek kurt de be jî tê gotin ku wê PKK qezanc bike. Bi taybetî ji pêşketinên dawî di Şengalê de hêzên ku qada xwe fireh dikin, wê mezintir bibin. Hat nirxandin ku PKK wê li heremê diyaloga xwe berdewam bike û wek e “Riya sêyemîn” jig elan re riya çareseriyê nîşan bide.

Pêkhateyên nû

Cigirê duyemîn a Sekreterê Giştî ya YNK’ê Berhem Salih, bi navê Eniya Demokrasî û Edaletê pêkhateyek nû ava kir. Salih ku bi têkiliyên xwe yên nêzî Brîtaniyan tê nasîn, tê gotin ku dibe di hilbijartinan de hin tiştan bidest bixe, eger lihevkirinek berfireh pêk were belkî bibe namzetê serokê heremê jî. Salih, berê de cigirtiya serokwezîrtî û serokkomartiyê jî kiribû. Salih a ku wek e nêzî Celal Talabanî tê naskirin di pêşerojê de rolek bilîze.

Yek ji navê din jî, xwediyê televizyona NRT’ê Şasûwar Ebdulwahîd e. Ebdulwahîd ê ku bi dewlemendiya madî tê naskirin, yek ji navê ku di referandumê de kampanya “Nihan a” dimeşand bû. Ebdulwahîd ku di siyasetê de pir ne bi hêz e, tê gotin ku wê di hilbijartinan de bi Lîsteya Nifşê Nû de tevlî bibe. Ebdulwahîd ku berê de wek e muhasebegirt ê Berhem Salih tê nasîn, tê diyarkirin ku di hilbijartinan de 2 lîsteyên cuda pêşkeş bike.

DYA

DYA, ya PDK ji ber têkiliyên wî ya bi Tirkiye re, helwesta wî ya derbarê Rojava de û ji ber hevpeymana petrolê ya bi Rûsya re kiriye êdî wê nikaribe wî rabike. Di ser de jî ku pêşniyara taloqkirina referandumê jî qebûl nekir, ev car polîtîkaya pozê PDK’ê bifirkîne xist meriyetê. Ji ber vê yekî çewa operasyon dest pê kir got “Çalakiyên bi koordîne” û cihê sekina xwe ragihand. Her çiqas aliyê YNK’ê ya bi hêz dibe bi Îranê re tê bîranîn jî, tê zanîn ku di hêla leşkerî de yê wan perwerdek û xwedî dike DYA ye. Li heremê baregehên DYA’yê hene. Tê diyarkirin ku Hêro wek kevneşopiyek ji bo bi Îranê re hevsengiyê bigire peywirê girtiye ser xwe, bi kadroyên din re jî hevsengiya bi DYA’yê re biparêz e. DYA, naxwaze Iraqê bixe destê Îranê. Eger bixwesta Iraq perçe bibe, wê Bexdayê ya ku bi destê Ebadî dide îdarekirin wê zeyif kiribûya. Niha destê Ebadî bihêztir kiriye. Divê em biryara Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ku wê di 12’ê gulan a 2018’an de dîroka hilbijartina parlementoyê hatî dayîn, di vî çerçoveyî de binirxîn in. Hilbijartina Kurdistana Federe a başur jî taloqê dîrokek ne diyar hat kirin jî, wê bikin ku têkiliya navbera Iraq û YNK’ê de zêdetir bi hêz bibe. Tê gotin ku li ser vê esasî DYA ya Iraq û YNK’ê lihevaniye.

TIRKIYE

Tirkiye, ji ber pêşketinên li heremê bi siyaseta “Bila kurd dayika xwe nebîne” dinirxîne, xwe wek e yê qezanckirî dibîn e. Hat nirxandin ku ev nêrîn û siyaseta Tirkiyê ji bo demkurtî de wek qezanckiriye bê dîtin jî lê ji bo demdirêj yê windakirî tê nirxandin. Îran, dijminatiya kurd hewalê Tirkiyê kir û ji xwe re qadek nû vekir. Niha dibe ku bi YNK’ê re têkiliyê deyinin, lê wê ev pir zahmet be. Çapemeniyên nêzî AKP’ê ku ya Pawel Talabanî di qenalên xwe de dane axaftin di vê hêlî de pir bal kişand. Tê gotin ku tiştê bi serê Barzanî anîne weke li Serok Komarê Tirk Erdogan anîbe û AKP hêj nû kete firqa vê yekî.

ÎRAN

Îran a ku her tim bi malbata Talabanî re di nava têkiliyên nêz pêş dixe, diyar e ku ji hêzbûna YNK’ê ne aciz e. DYA, dibe ku ya Heşdî Şabî ya tê gotin girêdayê Îranê ye û bi du seriya ye ji hev cuda bike. Heşdî Şabî, ji Artêşa Mêhdî û Tûgayên Bedir pêk tê. Tugayên Bedir siyaseta Îranê dimeşîn e, Artêşa Mehdî jî girêdayê oldarê Iraqî Sadra yê ye. Tê gotin ku DYA wê siyaseta tasfiyekirina Tugayên Bedir û Artêşa Mehdî jî bi Artêşa Navenda Iraqê ve girê bide, bimeşîn e. DYA, wê Tugaya Bedir a radîqal deyine terafekî û Artêşa Mehdî ya nerm tercîh bike.

IRAQ

Tê gotin ku yê herî bi qezanckirî ji pêvajoya referandum û pêşketinên piştî referandumê derket jî, Iraq a di bin serokatiya Ebadî ye. Ji ber vê yekî ji niha vê tê nirxandin ku Nûrî Malikî ji siyasetê xilas bûye û serdema Ebadî wê dirêj bibe.

Jixwe gera Ebadî ya Tirkiye, Îranê û piştre jî tê gotin wê rejîma Sûriyê jî ziyaret bike, di vê çerçoveyî de tê nirxandin.

26.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً