LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Pêşdîtina Ocalan a ji bo rizgarkirina Reqa û ya YPG’ê ji tasfiyê xilas kir

Pêşdîtina Ocalan a ji bo rizgarkirina Reqa û ya YPG’ê ji tasfiyê xilas kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, di hevdîtina dawî de Ocalan YPG ji xeta pêşmergeyan kişand, bi vê re Ocalan li dijî pratîka pêşmergeyan a di demên dawî de lê vekişiyan, di xeta YPG’ê ya ku Reqqa azad kir de israr kir û vê jî Ocalan çiqasî mafdar e raxist ber çavan. Tecrîda li ser Ocalan jî piştî vê israrê dest pê kir.

Hevdîtina herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 5’ê Nîsana 2015’an de pêk hat û ji wê rojê heta niha tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji ber ku di çend rojên dawî de ji hêla hin navendan ve agahiyên provokatîf tên belakirin, fikar jî zêde dibin. Bi van hemû geşedanan re careke din zelal dibe ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê sedem nîne. Di demên borî de herî zêde derbarê hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hevdîtina dihatin kirin û herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de hevdîtin pêk hatin, Ocalan heyeta Îmraliyê hişyar kir û got ku “Dibe ku careke din nehêlin hevdîtin pêk were” û xwest tevdîr bên girtin.

5’ê nîsanê: Dibe ku hevdîtin pêk neyê

Ocalan di hevdîtina berî 5’ê Nîsanê de ji bo muzakere û hevdîtin berdewam bikin, heyeta şopandinê wekî şert danî pêş, Serokomarê AKP’ê Erdogan di Adara 2015’an de got ku “Ez heyeta şopandinê rast nabînim, mutabaqata Dolmabahçeyê jî nîne”, pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Ocalan bal kişandibû ser vê axaftinê, tiştên ji Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder re parvekiribûn wiha ne:

“Dibe ku ev hevdîtina dawî be. Dewlet li dijî vê mijarê di nav helwestek bê cidî de ye. Hem hûn û hem jî heyeta dewletê heke vê carê bi heyeta şopandinê re neyên, ev hevdîtin êdî ji bo min tu wateya xwe nîne, dê aliyekê wê yê fermî jî tune be. Heke hûn bi heyeta şopandinê re neyên, hûn jî neyên hûnê bên redkirin.”

Pêşketinên Rojava sedema bingehîn a tecrîdê ye

Bêguman sedem ne tenê hev du nekirina li ser Heyeta Şopandinê ye. Hema bêje di hemû hevdîtinan de der barê pêşektinên li Rojava de nîqaş bi pêş ketin û sedemeke ku Ocalan îro di bin tecrîdê de ye ev e. Ocalan di nirxandinan de dibîne ku li dijî YPG’a ku berî demekê Reqqa azad kir, planeke tasfiyeyê li holê ye, li dijî vê bertekek tund dide nîşan. Ocalan li dijî vê xetereyê dibêje ku “Li ku derê DAIŞ hebe, em ê li dijî wan şer bikin” û helwesta xwe ya li dijî DAIŞ’ê tîne ziman û li dijî tasfiyeya YPG’ê itirazên xwe dide nîşan û bi awayekî fermî ev hevdîtin û nerazîbûn di hevdîtina 14’ê Adara 2015’an de wiha cih girt:

Heyet: DYA û Îngiltere dixwazin di warê siyasî de mudaxaleyê Rojava bikin, PDK’ê bi hêz bikin û bikin wekî parçeyekê Başûr. Ew ekîba di hevdîtinên Osloyê de cih girtin jî di nava vî karî de ye.

A. Ocalan: A rast ew Îsraîl e û dixwaze bi lez bikevê. Dixwazin di bin bandora PDK’ê de vir bikin dewlet. Ewlehî di bin xetereyeke gelek mezin de ye.

KGM: Xwestin tev li vê pêvajoyê bibin. Me qebûl nekir. Amerîka çû Qendîlê. Piştî vê hevdîtinê Qendîlê jî daxuyanî da. Got bila çavê sêyemîn hebe.

Dê PYD, nekeve kontrola PDK’ê!

Ocalan: Dê ne Qendîl û ne jî PYD nekeve kontrola PDK’ê. Hêzên ku bikevin kontrola Barzanî xetere ne. Min li dijî vê xetê şerekî mezin da. Demokrasî derman e, biratî derman e.

Ocalan: Ev hişmendiya hegononyaya şîa ya girêdayê Îranê ye û hişmendiya girêdayî şîa ya çepgir e.

Avabûna YPG’ê nîqaş dikin

Heyet: Wekî hêzeke sêyemîn qaşo dixwazin PDK û KCK’ê bînin aliyekî. Xweseriya demokratîk û peymanên kantonan dê ji holê rakin. Federasyoneke wekî Başûr pêşniyar dikin. Avabûna YPG’ê nîqaş dikin. Dê çawa ENKS’ê tev li hêza leşkerî bikin, wê dispêrin. ENKS û PDK parçeyekê vê yekê ne. Berî çend rojan li Rojava hilbijartin pêk hatin, lê ENKS tev li nebû. Da zanîn ku ew qanûna leşkerî nas nake. Ev hemû tişt jî didin nîşan ku di dewrê de planeke cidî heye. Dîsa di vê mijarê de ji PYD’ê re dibêjin “Mesafeyê bixin navbera xwe û PKK’ê.” Dem dem di hevdîtinan de nerihetiyên xwe yên li dijî PKK’ê û Rêbertiyê jî tînin ziman.

A. Ocalan: Dê li ser vê bingehê çawa hevdîtinê bikin? Divê teqes hevdîtinê nekin. Ji wan re bêjin ku ‘Ocalan guh nade dayika xwe jî.’ Ez ê Qendîlê guhdar bikim? (…)

Ocalan: Min ji bo Tirkiyeyê rola Erol Taş gotibû. Çi bû dê li Serêkaniyê jî û li Kobanê jî heta dawiyê bisekinin? Ev rêbaza şer e bi fedakirina ew qas ciwanî na, bi rêbaza fermandarî û tevgereke lezgîn bi pêş dikeve. Di pêvajoya muzakereyan de Kobanê girîng e. Hûn ji li ser rawestin. Ez di nav nêzikatiyeke heqîqî, aştî û demokrasiyê de me. Lê mêze kin serkeftina ku Koalîsyonê li Kobanê bi dest nexist, dê li Serêkaniyê bike. Divê heta Qendîlê gerîla bên bicihkirin. Em di gerîlatiyê de ber bi yekitiyê ve diçin. Bila tirkmen, kakaî û hwd. bibin yek. Em bang li PDK’ê jî dikin ji xwe.”

Dixwestin YPG’ê ji holê rakin

Di çarçoveya nîqaşan, DYA, Îngiltere û welatên din dixwestin avabûna YPG’ê biguherînin û bînin ser xeta pêşmergeyan. Li dijî van hewldanan Ocalan hêrs bû û xwest di serî de li Şengalê li her derî tevdîr bên girtin. Ocalan aşkera kir ku heke YPG bê xeta pêşmergeyan dê derî ji têkçûnê re vebe û ev tişt gotibû: “Vê peyamê bi Qendîlê re jî nîqaş bikin. Tiştên min der barê Kobanê de gotin, hûn dikarin der barê Mexmûr, Kerkûk û Şengalê de jî bifikirin. Tevgera berhevkirina Esad di dewrê de ye. Dê DAIŞ’eke nû derkeve holê. Teqes dê di nav rejîmê de derê. Dê hêj ji DAIŞ’ê dirtir be. Min ji teqîna li Reyhanliyê re jî gotibû ku ev karê Muhaberatê ye.”

Ocalan di xeta YPG’ê de israr kir

Di êrîşa herî dawî de PDK’ê Şengal, Mexmûr û Kerkûk ji hêzên rejîmê re hişt û vekişiya. Der barê vekişîna YBŞ ya ji Şengal û Mexmûrê de tiştên ji Ocalan re hatibûn parvekirin de ev bersiv dabû:

“PDK’ê Şengal berda, Mûsil hîşt û revî. Ez ê we rizgar bikim? Ev hişmendiya parastinê ye. Girêdana bi Apo re wiha dibe? Min Sûriye ji destê wan girt. Tenê yek çeka min, mirovê min, tu tiştekî min tune bû. Wê demê malbatekê ji min re deste cilên pêşmergeyan anî û li min kirin. Barzanî ev malbata hemû qetil kir. Me heta dawiyê destkeftî ji vekirin. Min gotibû ku dê Barzanî jî bê kongreyê. Divê xebatên Kongreya Neteweyî zedetir bibin. Heke ev pêk bê dê hêzên li Rojhilata Navîn bibin wekî berxikan. Dê bi Barzanî, Leyla û Nîluferê re amadekariyên kongreyê bên kirin. Aqil bin, an hûnê paqij bibin. Hûnê ji wan re bêjin dereng memînin.”

26.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً