LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rojnamevanek din jî hate girtin: Turkiye bûye girtîgeha rojnamevanan

Rojnamevanek din jî hate girtin: Turkiye bûye girtîgeha rojnamevanan

STENBÛL–Di serdegirtina polîsên Turk mala rojnamevan Zeyneb Kuray de bi behaneya parvekirinên wê hate binçavkirin, li gorî daxyaniyên dawî jî niha li Turkyê 173 rojamevan girtî ne bi vê Turkyê welatê ku herî zêde girtina rojnamevanan pêk tê.

Di berdewamiya kiryarên dewleta Turk a çewisandin û binpêkirirna mafê rojnamevan û raghandinê de duh li Istenbûlê rojnamevan Zeyneb Kuray hate binçav kir.

Polîsên Turk duh avêtin ser mala rojnamevan Zeyneb Kuray a li herema Kadikoya ya Stenbûlê, di encama avêtina wan a li ser malê de piştî lêgerînê rojnamevan Zeyneb binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin hate zanîn ku ji ber sedemên parvekirina rojnamevan Zeyneb li ser torên civakî hatiye binçavkirin.

Li Turkyê niha 173 rojnamevan girtî ne

Li gorî daxuyaniya Camaiyeta Rojnamevanên Azad ku beriya mehekê raghandibû têde hate eşkere kirin ku li Turkyê niha 173 rojnamevan girtî ne.

Turkyê di girtina rojnamevanan de yekemîn welat e

Di bîlançoya 2016 an de hate balkişandin ku Turkyê di girtona rojnemevanan de yekemîn welate.

Di rapora salane ya Mûnezemeya nûçegihanên bê sînor ku di 13 Kanûna 2016 an de eşkerekirbû têde girtin herî zêde li Turkyê nîşan dide û bi “Turkyê zindana rojnamevanan” bi nav dike.

Di rapora mûnezemeyê de hate raghandin ku 348 rojnamevan li Cîhanê bi tevahî girtî ne û di vê de hate destnîşan kirin ku ev rêje ji sedî 6 a sala 2015 an de zêdetir bû. Di raporê de di nava wê salê de hate diyar kirin ku ev rêje çar qat li Turkyê zêdetir bûye bi taybet piştî derbeya 15 Tîrmeha 2016 an.

26.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً