NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ji 16-25`ê cotmehê li ser Rojavayê Kurdistanê eşkere kir. YPG`ê diyar kir ku di encamên şerên ku di navbera artêşa Tirk, çeteyên wê û hêzên wan de rû da, 2 çete hatin kuştin.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:
“Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Di 9 rojên derbasbûyî de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî li seranserî gundewarên navçeyên Kantona Efrîna êrişan pêk anîn û şer derket. Di encama van şeran de 2 çete hatin kuştin. Her wiha wesayîteke çeteyan a doçka li ser, loder û qamyoneke leşkerên Tirk hatin rûxandin û hemû hewldanên çêkirina çeperên nû yên şer ên çeteyan hatin astengkirin.
Encamên êriş û pinpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 9 rojên dawî wiha ne;
“Di dîroka 16.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên obusa êrişî Methane Feysel, bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Gundê Merenaz ên girêdayî navçeya Efrîn Şera, dîsa bi topên hawanê êrişî eniya girên Başûr û Bedirxan ên girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersiv dan çeteyan û di şer de li eniya Merenaz çeteyek hat kuştin.
Di dîroka 17.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ku li eniya Merenaz yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê dixwestin çeperên nû yên şer çêkin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên BKC û Kanas hedef hatin girtin û di encam de hatin rawestandin. Her wiha di heman rojî de bi çekên doçka êrişî girên Barîn, Banî, Berfîn û Şehît Şîlan ên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di dîroka 18.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Eyn Deqnê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên doçka bersiv dan êrişa çeteyan û di encama şer de wesayîta ku doçkaya çeteyan li ser bû şewitî û hat rûxandin. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahî nehatin bi destxistin. Her wiha di heman rojî de êrişên çeteyan li hember El Kamiyê ya girêdayî navçeya Şera, Gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa û Geliyê Zîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê pêk hatin û cih bi cih di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket.
Di dîroka 19.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa, Girê Berfîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê, El Kamiyê û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin û li van deran şer derket. Her wiha hewldanên çeteyan ên çêkirina çeperên nû yên şer di encama mudaxeleya hêzên me de hatin rawestandin. Dîsa di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Qestelê, Xedamat û Eyn Deqnê geriyan.
Di dîroka 20.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi dron êrişa bi roket li hemberî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her wihali heman navçeyî hêzên me mudaxeleya çeteyên ku dixwestin bi treksan li hemberî Girê Berfîn ê girêdayî navçeya Cindirêsê çeperên nû yên şer çêkin kirin û di encam de hatin rawestandin. Dîsa li Girê Qestelê, Vîla Qadî û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera di navbera hêzên me û çeteyan de bi çekên BKC û doçka şerên demkî qewimîn. Di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a navçeya Şiyê geriyan.
Di dîroka 21.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa, bi çekên doçka êrişî Girên Banî, Batman û Baflor yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Girê Qestelê, Merenaz, Baflûn û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersivê çeteyan dan.
Di dîroka 22.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî girên Şehît Şîlan, Bedirxan û Bozan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Merenazê û Girê Qestelê yên girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê jî êrişî Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Dîsa di heman rojî de çeteyan hewl da ku li eniya Cindirêsê bi treksan çeperên nû yên şer çêkin. Hêzên me jî di heman demî de bersiva hemû êrişên çeteyan dan û treksa çeteyan a ku çeperên şer çêdikir dane rawestandin. Her weha balafira keşfê ya artêşa Tirk li ser eniya Şera geriya.
Di dîroka 24.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Girê Qestelê û Vîla Qadî yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê û drone êrişî girên Bedirxan û Şehît Şîlan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de hêzên me bersiva hemû êrişên çeteyan dan û hewldana çeteyên ku dixwestin li eniya Vîla Qadî çeperên nû yên şer çêkin hat astengkirin.
Di dîroka 25.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bersiv dan êrişa çeteyan û di encam de çeteyek hat kûştin. Dîsa di heman rojî de çeteyan bi topên hawanê êrişî girên Bedirxan û Botan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Vîla Qadî, Girê Qestelê û Eleqînê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de leşkerên artêşa Tirk yên ku xwestin li beramberî gundên Alîşêr û Aşmê sînor derbas bikin, bi çekên giran û çekên ferdî gulle reşandin ser hêzên me. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişa leşkerên Tirk û şer derket. Di encam de loderek û qamyonek hatin rûxandin û hatin astengkirin.”
26.10.2017
Rojev24