LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Artêşa Tirk êrîş dike YPG jî bersiv dide

Artêşa Tirk êrîş dike YPG jî bersiv dide

EFRÎN – Li Efrînê ji aliyekî ve leşkerên dewleta Tirk û ji aliyekî din ve jî grûbên çete êrîş dikin, lê rastî bersivdayîna şervanên YPG û YPJ ê tên û êrîş têne şikandin.

Di plana Rûsya û Tirkyê ya ketina nava Efrîn de hêjî di rojevê de ye, li ser vê yekê Rûsya niha Tirkiyê dide pêş da ku Herêma Efîn ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dagir bike.

Ev sê roj in ku li Herêma Efrîn topbarana artêşa Tirkiyê didome. Leşkerên Tirkiyê yên sînor gundê Dêr Belûd a girêdayî navçeya Cindirêsê û gundên Dîkmeldaş û Qestel Cendo ên girêdayî navçeya Şîra bi topên hawanê armanc kirin û di encamê de zirarên madî pêk hatin.

Ji aliyekî din ve jî li gorî çavkaniyên herêmî gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrewa ya bi ser kantona Efrîn ve ji aliyê grûbên çete ve ku li keleha Saman bi cih dibin hate êrîşkirin.

Li ser êrîşkirin û armanckirina herêm û noqteyên di bin serweriya hêzên YPG û YPJ ê de bersiv tê dayîn û di encama bersivdayîna şervanan de şerên dijwar bi taybet li baskê Îska rû didin.

30.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً