LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Sembola azadî û berxwedaniya mirovahiyê: Kobanê  

Sembola azadî û berxwedaniya mirovahiyê: Kobanê  

KOBANÊ – Berxwedana bêhempa ya Şengal û Kobanê ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya hêza taşeron a hêzên navneteweyî pêk hat, 1’ê Sermawezê Roja Kobanê ya Cîhanê afirand. Di vê rojî de di 5 qiteyan de, li dehan welatî û sedan bajêran de gelên bawerî û çandên cuda rabûn ser piyan. Di nava van de yê herî balkêş jî di Afganîstanê ya ku warê herî cezayên qirbacê û giran ku wek e rojane li ser jinan tê kirin, li kuçeyan di destê jinên afganî de afîşên şervanên YPJ’ê meş lidarxistin bû.

Hêzên dewletên navneteweyî ku di lêgerîna dizaynkirina Rojhilata Navîn a li gorî xwe, her yek ji wan li gorî xwe DAIŞ’ekî afirandine, destpêkê li serê gelên Rojhilata Navîn û bi tevahiya mirovahiyê kirine bela û li heremê belav kirin. DAIŞ’ê ku destpêkê Raqqayê dagir kir, bi sedan sivîlan qetil kir, bi deh hezaran kesî koçber kir, piştre jî rê dane yê Misulê dagir kirin an jî radestê wî hat kirin. Piştre jî hesaba êrîşê ya li ser Şengalê ku dê ji bo êzîdiyan bibûya ‘Fermana 73’yemîn’ hat kirin.

Berxwedana ku nehatibû hesab kirin!

Li gor hesabê hatibû kirin, dê di nava çend seatî de ku dê Şengalê radestî DAIŞ’ê hatibûya kirin, berxwedana Şengalê gava yekemîn çêbû. Piştî çend seatan a êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re pêşmergeyên PDK’ê Şengalê û bi deh hezaran sivîl di nava penceyên DAIŞ’ê de hiştin û reviyan. Çeteyên DAIŞ’ê gelê Şengalê di komkûjiyê de derbas kirin, jinan revandin û di bazaran de firot in. Dê ev plan kûrtir kiribûna lê rastî mudaxeleya HPG/YJA Star û YPG/YPJ’ê hatin û plana wan vala derket. 8 gerîlayên HPG’ê ku ji bo gelê Şengalê xilas bikin mudaxele kirin, bi dehan sivîlan li hemberê çeteyên DAIŞ’ê parastin. Gerîlayan ji bo ya gelê sivîl derbixin çiyayê Şengalê riyekî bi ewleh vekir. Piştre li ser bangewazî û hawara gelê Şengalê ji hêla şervanên YPG/YPJ’ê ewlehiya riya Cezeayê ya di navbêra Şengal û Rojava girtin û ya gel ji çiyayê Şengalê derbasî Rojava kirin. Ji bo gelê Şengalê li Dêrikê qampekî penaberan a bi navê ‘Newroz’ hat vekirin û li wir hatin bicih kirin.

Piştî rizgarkirina sivîlan, şervanan ji bo Şengal nekeve destê çeteyên DAIŞ’ê û plana dixwestin bixin meriyetê xira bikin pêngava parastinê dest pê kirin. Ev berxwedan, heta 13’ê sermaweza 2015’an ku Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin dewam kir.

Piştî Şengalê Kobanê

Piştî Şengalê Kobanê, derbeya duyemîn li çeteyan da. Şervanên YPG û YPJ’ê, li hemberê êrîşên DAIŞ’ê ya di 15’ê îlona 2014’an de destpê kir berxwedanekî bêhempa nîşan dan û destanekî berxwedanê ku di cîhanê de deng veda nivisandin. Ev berxwedana dîrokî ya Kobanê kir keleha berxwedana gerdûnî û têkoşînê.

Serzûrî bû rêçika berxwedana Kobanê

Rêçik û peyama berxwedana Kobanê ya dîrokî di roja duyemîn a êrîşan de diyar bû. Di 16’ê îlona 2014’an de di gundê duyemîn a rojhilata Kobanê Serzûrî de, 12 şervanan xeta berxwedanê xêz kirin. Di gund de di bin fermandariya Rodî Efrîn de, Bawer Efrîn, Berfîn Çiya, Bira Perwer, Ciwan Heval, Gûlistan Qendîl, Mizgîn Cûdî, Peyman Tolhildan, Rodî Efrîn, Rûstem Cûdî û Serxwebûn Xerîb de yekîneyek hebû. Di êvara 15’ê îlonê de çeteyên dijminê mirovahiyê bi hejmarek zêde bi tang û topan êrîş kirin. Yekîneya ku dê peyama vîn û baweriyê bida cîhanê, di dibistana gund de rûpelên nû ya dîrokê bi tîpên zêrîn dinivisandin. Heta êvara 16’ê îlonê pêvçûnek dijwar diqewimî, çeteyan heta wê demî nikaribûn ketibûna dibistanê. Lê ji ber êdî cebilxaneya wan lehengên azadiyê bi xilasbûnê ve diçû, fermandarê yekîneyê Rodî Efrîn di ser qevdê de ji fermandariya YPG/YPJ’ê re peyama xwe ya dawî wiha radigihand: “Heval em dê heta dawî li berxwe bidin û em dê rê nedin ku dijmin derbas bibin. Em dizanin, em ê şehîd bikevin, lê bila bê zanîn ku yên riya me bişopînin jî dê hebin.”

Stalîngrad a duyemîn

Piştî Serzûrî pêvçûn êdî qûncik bi qûncik, mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi taş, sing bi sing pêk dihat. Ev bajarê biçûk a ku ji hêla Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Murat Karayilan ve wek e Stalîngrad hat binavkirin, piştî 134 rojan ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqij kirin. Di vê bajarê ku dema mirov bûyerê qewimî binêre dê bikeve an na di rojevê de bû, di kesayeta Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Êrîş Efrîn, Zozan Kobanê, Baran Kobanê, Rêvana Kobanê, Zehra Penaber, Xemgîn Heleb, Hemza Kobanê, Cûdî Şevîn, Pelin Amed, Cûdî Amed, Destîna Qendîl, Hozan Rojava, Ebdo Doçka, Hesret Kobanê, Xwînda Amed, Rojvan Rojhilat, Gîvara Gulalî û bi hezaran şehîdan de di Kobanê de Stalîngrad a duyemîn hat jiyîn. Ji her derê cîhanê ku tevlî vî berxwedanî hat kirin, berxwedana 134 rojan ya Kobanê zivirand keleha berxwedana hezaran şehîd.

Bû sembola berxwedana gerdûnî

Kobanê ku hêj qedera berxwedanê ne diyar bû, vegeriya sembolekî gerdûnî û çeperekî têkoşîna gerdûnî ku hemû cîhanê li dora xwe civand vekir û bû keleha berxwedanê ya hezar şehîdan. Ji ber vê yekê 1’ê sermawezê wek e “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat îlan kirin. Di nava kesên ku di vekirina eniya gerdûnî de têbiniya dîrokî danîn de, şoreşgerên enternasyonel ên wek e Paramaz Kizilbaş, Alîşêr Dêrsim, Kader Ortakaya û Gelhat jî hebûn.

Careke din Kurdistanê rakir ser piyan

Berxwedana Kobanê beriya cîhanê Kurdistanê gihande hev û rakir ser piyan. Dema êrîş destpê kirin hêza ku pêşengiya berxwedanê dikir tenê YPG/YPJ bû. Piştre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22’ê îlona 2014’an de ji bo Kobanê peyama yekitî û seferberiyê li kurdan kir û banga jiyana xwe li gor rewşa şer birêxistin û berxwedanê mezin bikin kir. Abdullah Ocalan got “Ketina Kobanê, ketina hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gor vî rastiyî tevbigere. Di heman demî de Kobanê kilîda çareserkirina pirsgirêka kurd e. Li ser peyama Ocalan bi sedan ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dane Kobanê û ji banga seferberiyê re bûne bersiv.

Bi taybetî li hemberê daxuyaniya Serokwezîrê AKP’ê ya demî û Serok Komarê niha Erdogan a “Kobanê ket ha ket” di êvara 6’ê cotmehê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kurdan derketin qadan û çalakiyan pêk anîn. Li ser vê yekê dîsa li ser bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûyer bi dawî bûn. Her wiha hemû Kurdistaniyên li her derê cîhanê dijîn ji bo Kobanê çalakiyan pêk anîn û ji gelên biyanî jî piştgirî dîtin. Piştî qomploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekemîn di kesayeta Kobanê de, li ser navê xwedîderketina kurd û Kurdistaniyê kurd bûn yek deng. Gelê bakurê Kurdistanê, wek e bêdorveger li ser xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê çalakiyên nobedariyê pêk anîn û li dora Kobanê xeleka ji mirovan çêkirin.

Di şerê hebûnê de perdeya duyemîn

Di perdeya yekemîn a şer de “Bi têkoşîna hebûnê re” deskeftiyên hatî bidestxistin, di perdeya duyemîn a şer de “Têkoşîna hebûnê”ke din afirand. Berxwedana Kobanê ya di pêşengtiya YPG/YPJ’ê de, hem li hemberê êrîşên DAIŞ7ê de stratejiya şer hem jî stratejiya polîtîk a di denklem a di Rojhilata Navîn  de di perdeya yekemîn a şer de bi ser ket. Şer êdî tenê ne di eniya dijber û di rista leşkerî de, di heman demî de divê  di heman eniyê de û di asta bîrdozî de jî bimeşiya.

(bê)wateya derbasbûna pêşmergeyan

Bi berxwedana Kobanê re li heremê dîmena şênber a têkilî, îtîfaq û çêkirina hevsengiyên nû êrîşên hewayî ya koalisyona ku pêşengiya wî Amerîka dikir bû. Dîmena duyemîn jî “Derbasbûna pêşmergeyan a li Kobanê” bû. “Derbasbûna pêşmergeyan a Kobanê”, ji 160 mirovên tevlî refê parastinê zêdetir, neqilkirina çekên giran ku pêwîstiya şervanên berxwêdêr pê hebûn bû. Derbasbûna pêşmergeyan a ketibû rojevê ku di rojên şerê nava bajêr destpê kiribû, piştî 20 rojan pêk hat. Ev dem, polîtîkayên ne serkeftî û dûrûtiya AKP’ê jî derxist holê, ji bo yekîtiya neteweyiya kurd jî dixwestin encamek bê derxistin.

Di nivîsa Huseyîn Alî ya bi navê mahlas a di Rojnameya Ozgur Gundemê de xeta polîtîk a Tevgera Azadiya Kurd temsîl dike ku di 31’ê cotmehê de hatibû weşandin, gotina Tayîp Erdogan a “Derbasbûna pêşmergeyan min pêşniyar kiribû” piştrast kir. Di nivisê de hatibû gotin ku ji bo AKP çewsa li ser xwe bavêje û xetên PDK-PKK’ê bîne pêşberê hev, vî formulî pêşniyar kiriye û vê yekî jî bi riya parlementerekî HDP’yî ji Qandîlê re ragihandibû. Huseyîn Alî, ji bo AKP’ê hesaba ku li sûkê lihev nehatî wiha vegot: “Êdî ne ya PDK’ê û ne jî kurdekî din wek e berê li hemberê Tevgera Azadiya Kurd dê nikaribe bikar bîne. Berxwedana Kobanê ya ku di çar aliyê Kurdistanê de bandor û rihê hevpar a afirandî, ji zanebûna hikumeta AKP’ê zêdetir e. Berxwedana Kobanê çewa rastiya Tirkiyê bi hemû awayî vekirî derxist holê, wisa jî hevsengî û têkiliyên heremê jî guherand û zelal kir, têkiliyên di navbêra kurdan de jî derxist asteke din.”

Fermandarê dijminê kurdan bi destê AKP’ê li Kobanê bû

Yekîneya Pêşmergeyan, di Tirkiyeyê de di 29’ê cotmehê de di esqorta leşker-polîsan de derbas bû. Dîmena ku di derbasbûnê de hat nîşandan, ji bo nîqaşên yekîtiya neteweyiya kurd hêja bû, lê pêşketina girîng a din ku di şer de pêk hatî jî xiste bin siya xwe. Di sibeha 29’ê cotmehê de, di nava wan de 2 sal berê fermandarê Ceyş El Hur Abdulcebbar Akîd ku gotibû “Em dê koka kurdan hişq bikin” komek jî derbasî Kobanê bibû. Akîdî ku vê hemleya xwe piştî daxuyaniya Tayîp Erdogan a “Dê Ceyş El Hur jî derbasî Kobanê bibe” kiribû, rola xwe ya dê Kobanê bigire ser xwe jî ji ragihandin Daîly Telegraph re wiha aşkere kiribû: “Nîvî zêdetir bajarê Kobanê di destê DAIŞ de ye. Êrîşên hewayî bêbandor in. Rewş xirab e lê dîsa jî hêvî heye. Hevkariya YPG-Ceyş Hur di şerê Suriyê de guherînek girîng e.”

DYA: Taqtîka ‘muxtaciyê’ ya li ser Kobanê

Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA), di derklema îtîfaqên nû ya li ser xeta Tevgera Azadiya Kurd ku hêza tekane li qadê ya DAIŞ’ê dikare rawestîne daye, bi operasyonên hewayî ya ji Kobanê re da nîşandan. Vî pêngavî her yek di însiyatîfa Amerîka de alîkariya çekan a ji hewade ji Kobanê re hatin kirin, anîna rê ya AKP’ê ya ji bo vekirina qorîdora alîkariyê û pêngava derbaskirina pêşmergeyan a Kobanê şopand. Di esasê xwe de her çiqas piştî 20 rojan ev mudaxeleya Amerîka ya ji bo Kobanê kir ji bo demkurtî alîkariyek dabe berxwedanê jî, lê ji bo demdirêjî armanca vî tecrubeya Rojava di nava polîtîkayên emperyalîst a li ser heremê de bihelîne bû û xwest ji vê berxwedana bêhempa parek ji xwe re bigire bû.

AKP: Rûyê têkçûnê ya dorpêçê

Cenabê AKP ya daxuyaniyên wî yên nakokî ya li ser Kobanê bû ji bo pêkenokê dibûn malzeme, her wiha stratejî û hedefa polîtîkaya wî ya li ser Rojava nediguherî. Armanc; ketina Kobanê, tefandina Şoreşa Rojava û tasviyekirina xeta Tevgera Azadiya Kurd bû. Stratejî jî bi destê xeta PDK’ê ya paşverû-hevkar û çeteyên cîhatkar bi du awayan dorpêç bike. Jixwe daxuyaniya Tayîp Erdogan a di 23’ê cotmehê de ku gotibû “Li Kobanê tercîha me ya yekemîn Artêşa Azad, ya duyemîn pêşmerge ye” hedefa xwe vekirî aşkere kiribû. Her dû hêman jî biçûk be jî alîkariyek da berxwedana Kobanê lê beşdarbûna wan ji ber di bin qontrola YPG’ê de bi sînor bû, xeyalên Tayîp Erdogan bi avê ve bir. Jixwe îdea ya Erdogan a Kobanê ne cihwarekî kurda ye yê ereba ye, nîşaneya neçarî û aciziya dawî raxist berçavan.

PDK: Bi yekîtiya kurd re amûrê tepisandinê ye

Nûnerê xeta kurd a paşverû û hevkar ê Rojhilata Navîn di bin serokatiya Mesud Barzanî PDK jî, di destpêka şer de koalisyona partiyên a di bin banê wî de ENKS’ê wek e taşeronekî binî ya şer amade kiribû. Barzanî di çerçoveya vî polîtîkayî re Şoreşa Rojava hildana hemberê xwe, li ser sînorê xwe ya bi Rojava re xendek kolandin û pêkanîna ambargoyê jî danîbû berçavê xwe. Xeta berxwedanê ya kurd YPG/YPJ piştî Serêkaniyê û Şengal bi Kobanê re inisiyatîf girt dest, Barzanî ji bo nekeve pozîsyona ‘Kesê li hemberê deskeftiyên kurdên Suriye derdikeve” neçar ma paşde gav bavêje.

‘Her der Kobanê ye’

Di sedsala dawî de ligel dîroka mirovahiyê gelek komkûjî û hewildanên dagirkeriyê dîtibe jî, pratîkên li hember van êrîşan berxwedaniya civakbûyînê bi sînor mabû. Berxwedana Kobanê ya ku di Rojhilata Navîn de êrîşa herî rojevî pêk hat de, li ser navê civakbûyînê pratîkên girîng derxist holê. Piştî serhildana 6-8’ê cotmehê yê 1’ê sermawezê Rojava Kobanê ya Cîhanê afirand jî li ser navê berxwedanê civakbûyînkirinê de gaveke din a girîng bû.

Gef, qedexe, tang û top pere nekir

Di rojên ku di Kobanê de şerê bajêr destpê kiribû de li ser çalakiyên pêk dihatin AKP bi hemû hêzên xwe yên faşîst ên sivîl, polîs, leşkeran êrîş kiribû, heman tehdîdan ji bo çalakiyên ku dê di 1’ê sermawezê de pêk werin jî dikir. Serokwezîrê demê Ahmed Davutoglu û Wezîrê Karê Hûndir Efkan Ala ku îdea dikirin banga ji bo derketina kolanan di zagonan de tune ye, waliyan jî îlan kirin ku “Eger derketina kolanan hebe bê teredut dê mudaxele bê kirin”.  Ev gef di gotin de nema û bi taybetî di sibeha 1’ê sermawezê de di hemû kuçe, qadên li bajarên Kurdistanê de, bi barîqat, amûrên bi zirx ên polîs û leşkeran tije kirin, di kolanên Amedê de tangan gerandin. Dîsa jî ev gef pere nekirin. Li her derê Kurdistanê bi sedhezaran derketin kolanan û meydanan tije kirin. Di sînorê Kobanê Pirsûsê jî bi hezaran dengê xwe gihandin çeperên berxwedanê. Li her çar aliyên Tirkiye û cîhanê dirûşmên “Her der Kobanê, her der berxwedan e” bilind bû.

Gelê li her qadên Kurdistanê rabûn ser piyan

Di erdnigariya Kurdistanê de bajêr bajêr navçe navçe çalakî hatin lidarxistin. Li navendên wek e Amedê, Wan, Mêrdîn, Êlihê çalakî bi mitîngên pir mezin derbas bû, çalakiyên ku li ser riya ku dema pêşmerge derbasî Kobanê bibûn çalakî xûrtir û girsetir derbas bû. Di çalakiyan de alên PKK, PYD, YPG,YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin. Êrîşên li ser van çalakiyan jî kêm nebûn. Li Amedê, Mêrdîn/Nisêbînê, Şirnex/Hezex, Colemêrg/Gever û Mûşê bi piranî dema mitîng dawî dibû û gel belav dibûn polîsan êrîş dikir. Li ser gel bersiva êrîşa polîsan da pêvçûn diqewimîn.

Li Pirsûsê jî li gundên Mahser û Dewşên ên li ser sînor bi hezaran kes diciviyan. Meşa ku ji du milan ve destpê kir li gundê Misanterê zivirî mitîngekî tevlîbûna hezaran kesî. Di çalakiya Pirsûsê de piraniya beşdaran ji jinan bal dikşand.

Ji bilî bajarên Kurdistanê li bajarên din ên Tirkiye jî li ser banga muxalifan çalakiyên bi girseyî pêk dihatin. Di Meydana Galatasaray a Stenbolê bi hezaran kes xwestin ku bila AKP dev ji polîtîqayên xwe yê piştgiriyê dide DAIŞ’ê berde.

YPJ’yiyên di berxwedana Kobanê de ji bo jinên Afganîstanê bûn hêvî!

Berxwedana Kobanê ne tenê afirandina xwesteka azadiyê û stratejiyan, artêşan û hevsengiyan, her wiha azadî êdî ji bo her kesî ji berê zêdetir mimkune derxist holê. Kobanê dema ku hemû nirxên mirovahiyê hema hema bêje bi mirinê re rû bi rû bû, di cîhanê de ji her netewî bi milyonan mirov daketin kolanan û li dora berxwedana Kobanê zêde bûn, di esasê xwe de ji bo ‘şaristaniya mirovahiyê’ ya di hêla standartên jiyanê pir li pêş, di bikaranîna înternet û gihandina agahiyan de li gor gelên Rojhilata Navîn û Afrîqayê pir balkêş nayê dîtin.

Ya jinên Afganî bi cesaret kir!

Ji Çînê, Brezilya, Qanada, Rusya û heta DYA’yê bi deh milyonan mirov di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, li hemberê ku dixwestin li Kobanê mirovahiyê bikûjin serî rakirin û bi awayek mînak helwestekî exleqî pêşxistin. Lê ji van herî balkêş jî bêguman jinên li Afganîstanê bi berxwedan, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û xwepêşandanan xwedî li berxwedana Kobanê derketin bû. Li Afganîstanê di pêşengiya Partiya Hevgirtina Afganîstan (Solîdarîty Party of Afghanistan-SPA) li 7 eyaletan hemxwext li hemberê çeteyên DAIŞ’ê xwepêşandan lidarxistin. Di çalakiyên ku li eyaletên wek e Herat, Farah, Nangarhar, Balkh, Takhar, Nimrûz û Bamyanê hatin lidarxistin de, bi hezaran kes beşdar bûn.

Afganîstan, ango Burkayan, navê welatekî winda ku zilamên kincên fireh û riyê wan ê dirêj bi dehan jinan nava kuçeyan bi qirbaçan “Ceza dikirin”, di nava pezên di qaseyên qamyonan de dibirin û tanîn e. Li Afganîstanê warê xizaniyê ku ji bo mirovahiya şaristaniyê her tiştên rojane pir normal dihatin bikaranîn li wir dibû sedema ‘cezaya’ qirbaç û bi cezayên herî giran dihatin qedexekirin de, piştî Yekîtiya Sovyetan sosyalîzmê îxracê vî welatî kiribû, biserneket û têk çû, Talîban, 11’ê Îlonê û dagirkirina Amerîkayê jiyan kir. Ji ber vê yekê jî divê bi çavên îro li dewleta Afganîstan-Talîbanê nenêrin û neyên xapandin. Di salên damezrandina Afganîstanê de yekemîn mutefîkê “Komara Tirkiye ya modern” bû. Fikra komara Kemalîst û nitûqên asta şaristaniya muxasir, di wî demî de bandora xwe li ser Afganîstanê jî kiribû. Afganîstan a ku hêj jî heremekî şer e, di esasê xwe de hêj jî welatekî ku îro çewa DAIŞ dixwest li Kobanê modela rejîma xwe ava bike ye.  Jinên Afganîstanê li gor pîvanên Îslama Selefî pir li jêr in, di bin pêkûtî û li her derê welat, şerîata Talîban bi awayek herî hişk pêk tê. Berxwedana Kobanê ku berhemê jinên kurd ê bi YPJ’ê re berxwedan dikin, di cîhanê de mijara herî tê meraq kirin e. Sekina Jinên Afganîstanê ya li hember rejîma şerîata tarî ku dixwestin li Kobanê pêk bînin û lê li Afganîstanê pergala dewletê ye, mijarekî civakî ya hêjayê lêkolînê ye. Jinên Afgan a Burkayî heta niha li hemberê rejîma zordar û tarî ji bo xwe jî nikaribûn nerazibûnê nîşan bidin. Li welatê wan ku birçûbûn, şer, qetilkirina jinan û tecawiz bi awayek vekirî pêkanîna dewletê bû jî lê ew her tim neçar diman vê êşî bikşîn in. Di nava nexweşînê û li gel her tim biçûk dihatin dîtin jî neçar bûn bi rejîma Talîban û şer re bijîn. Lê posterên şervanên jin ên YPJ’yî û jinên ku ji bo berxwedana Kobanê rabûn ser piyan di destê jinên Afganî de, li kolanan çalakî lidarxistina wan, nîşaneya firqkirin û hişyarbûna gelekî nû bû. Ev firqkirin ji bo paşeroja azadiya gelên Rojhilata Navîn destpêkek û hişyariyek e.

Berxwedana Kobanê cîhanê rakir ser piyan

Bi bangewaziya ku di nava wan de xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê û feylezof jî heyî hezaran kesî li her derê cîhanê gel û baweriyên cur bi cûr ji bo 1’ê Mijdarê roja Kobanê derketin qadan. Bi vê mebestî di qiteayên Ewropa, Emerîka, Afrîqa, Asya û Awustralyayê komîte hatin avakirin û bi sedan meş hatin organîze kirin.

Li Almanya di 15 navendan, li Îtalya 19 navend, Fransa herî kêm 40 organîzasyonên ku piştgirî dan çalakiyên li 9 navendan pêk anîn, di nava yên piştgiriyê didin de partiyên çep, femînistan, gelên Amazîng û Tamîl, fransî, ermenî, Bretonî û Korsikayî jî hebûn.

Dîsa, li bajarê Den Haag a Holandayê, li bajarê Lefqoşe ya Qibrisê, li bajarên Salzbûrg, Lînz, Graz û Vînayê ya Avûsturyayê, li bajarê Zurîh a Swedê, li peytexta Belçîqa Brûkselê, li peytexta Yunanîstanê Atînayê, peytexta Spanyayê ya Madrîd, peytexta Herêma Bask a Xwesr Bîlbao, Portekîz/Lîzbonê, peytexta Komara Çek ê Prag û li bajarê Varşovayê, gelan ji bo Kobanê meş lidarxistin.

Li 6 navendên Ingilîstanê çalakî hatin lidarxistin.

Li welatên Skandînavyayê jî 1’ê Mijdarê hebûn

Li bajarên Uppsala, Angered, Gavle, Malmo, Goteborg, Stockholm ên Îsveçê, li peytexta Danîmarqayê Kopenhagê, peytexta Norweçê Osla û bajarê Bergen, li peytexta Finlendiyayê Helsinkî jî çalakî hatin lidarxistin. Li Hindîstanê 6 navendan, her wiha li Washîngton a Amerîkayê, peytexta Arjantîn Buenos Aîresê, li bajarê Quîto ya Ekvadorê, li bajarê Tegûcigalpa ya Honduras ê, li bajarên Toronto û Vancouver a Qanadayê, li bajarên Adelaîde û Sydney a Avustralyayê, bi van re jî li Venezuela, Pakîstan û Şîlî jî bi heman armancî bi hezaran mirov derketin kolanan û çalakî lidarxistin.

30.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً