LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Heskîfê gorên dîrokî hatin dîtin

Li Heskîfê gorên dîrokî hatin dîtin

ÊLIH – Li navçeya Heskîfê ya ku dê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne gorên dîrokî derketin holê.

Li navçeya Heskîfê ya Êlihê talankirina dîrok û xwezayê didome. Li gel ku Heskîf ji sala 1981’an vir ve wek qada sît a yekemîn a arkeolojîk hatiye îlankirin jî ji ber Bendava Ilisûyê ji 14’ê tebaxê vir ve bi dînamît, lewye û makîneyên kar ve tê hilweşandin. Bîra jiyanî ya çandî ku li Heskîfê kolandin kir 60 gorên aîdî serdema Artuklu hat dîtin, tê talankirin. Gorên li qada goristanek kevin hatin dîtin baweriya wê serdemê dide nîşandan û hat zanîn ku gor di teşeyên tirbeyan de hatine avakirin.

Li Girekî dîrokî yê Heskîfê di 21’ê îlonê de erdkolên japonî di erdkolandinê de 16 hestiyên mirovan ên aîdî serdema Neolîtîk derketibûn holê.
31.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً