QAMIŞLO – Wênesaza jina ciwan Ronas Mihemed (20) ku bi eşqek mezin bi xêzkirina wêneyan ve hatiye girêdan, got ku jin bi xeyalên xwe yên mezin û jiyana ku dijîn tableyên wê temsîl dike.
Di jiyana her mirovekî de bi xeyal û xewnên zarokatî xwedî karsaziyekî (Pîşe) ye, lewra bi xwesteka dilê mirovan û israra karê xwe hêdî hêdî ew behremendî mezin dibe û digêje asta aşqekê ku belav dibe.
Di her mirovekî de cîhanek heye, di wê cîhana mirov de her dem di nav fikrandinê de ku şerekî pîvanên xwe heye, lewra yek behremendiyên ku di nav civakê û cîhanê de belavbûyî hunera wênesaziyê ye.
Wênesazî ango ev huner ji beriya zayînê bi salên pir dirêj heye, bi vê yekê mirov bêje ku hunera wênesaziyê bi çêbûna insan re hatiye afirandin da ku hest û ramanên xwe derxîne holê û karîbe bi tabloyên xwe hêstên ku jiyan dike bi civakê re bide parvekirin ango mesajekê bi wê tabloya xwe vebêje.
Di lêvegera lêkolînên dîrokî de tê payîn ku hunera wênesaziyê dîroka wê vedigere 20 hezar sal a beriya zayinê û çêbûna wê jî vedigere mantiqê mirovan ê xwe parastinê û wêrekiyê.
‘Min bawer nedikir dê kengê waneya wênesaziyê were’
Yek ji wênesazên ku em rastî wê hatin jina ciwan Ronas Mihemed (20) bi hest û raman ku di wêneyên xwe de gelek çîrokên xeyalî vedibêje da ku rêkefta jiyanê û bi taybet a jinê temsîl bike ye.
Wênesaz Ronas ku ji navçeya Amudê a kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Herema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye, çîroka xwe ya wênesaziyê ji kamerayê me re vegot.
Ronas di destpêka axaftina xwe de diyar ku ew ji zarokatiya xwe de ji vê hunerî hes dikir û her çiqas çû tiştên wê meraq dikir xêz dikir û bi vê awayî wênesaziya wê pêş ketiye. Di axaftina xwe de Mihemed diyar kir ku ew ji temenê zarokatî de û ji waneyên ku di dibistanê de jê hes dikir waneya (Ders) Wênesazî bû û wiha hezkirina xwe bi hestên kûr anî ziman: “Di dibistanê de heyecana min a waneya wênesaziyê pir zêde bû û min bawer nedkir kîjan demê saeta waneyê bê da ku ez wêneyekê saz bikim.”
‘Ez tenê xeyalên jinê radixînim ser kaxizê’
Wênesaza ciwan Ronas Mihemed, diyar kir ku hiskirina wê ya ji bo xêzkirina wêneyan derketiye asta eşqê û got ku di her mirovekî de bi taybetmendiyên wî, dixwaze li gorî hest û ramanên xwe jiyanê, rastiyê û cîhana xwe ya hundirîn derxe holê. Mihemed jî bi hunera xwe ya wênesazitê jiyan vegot û di tableyên xwe de rastiya jiyanê raxist.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Ronas Mihemed diyar kir ku ew bi tableyên xwe dixwest jiyanê, xwezayê, rastiyê û qewmînan vebêje û anî ziman ku jin xwedî xeyalên xwe yên mezin û jiyana ku dijîn tableyên wê temsîl dike. Mihemed, destnîşan kir ku ji ber tiştê jin jiyan dike ango dixwaze bighêjê di wêneyên xêz dike, hestê xwe aniye ziman.
‘Hêst û fikrên jinê tê jiyîn’
Mihemed, giringdayîna wêneya jinê wiha anî ziman: “Ji ber ku min xwest xwezayê jinê vebêjim û dengê hêstên wê pênas bikim, di tabloyên min de herî zêde hêst û fikrê jinê tê jiyîn.”
Bi wêneyên xwe ji bo şervanên birîndar pêşengek vekiribû
Mihemed destnîşan kir ku ew her tim xêzkirina wêneyan domand û her çiqas diçe heskirina wê zêde bûye û ev agahî da: “Min gelek wêneyan xêz kir û li hevalan belav kir. Ya dawî jî ew wêneyên kum in xêz kiribû, bi hin wêneyên hevalên min re li Qamişlo ji bo şervanên di şerên li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibûn re wek pêşengehek lidarxist. Di naveroka wê pêşengehê jî hem êş û azar û him jî berxwedêriya jinê vedigot.”
02.11.2017
Rojev24