NAVENDA NÛÇEYAN – Civîna Astana 7 ku du rojan dirêj kir di encamnameya xwe de Kongira diyaloga Sûriyê li Sotşî pejirand, Kongira “diyaloga niştîmanî Sûrî” wê di 18 Mijdarê de li Rûsya were lidarxistin, ji aliyê wezaretiya Rûsya ve lîsteya vexwendname derketiya ku di nav de aliyên kurd jî hene.
Tura 7‘an a danûstandinên Astanayê di 30 cotmehê de li paytexta Kazakhstan Astanayê ji aliyê welatên garantor Tirkiyê, Rûsya û Îran ku wek dewletên garantiya şer a li Sûriyê dikin têne binavkirin de hate lidarxistin, civîna ku du rojan dirêj kir ji bo civîna ku biserneketî civînek din xistin rojevê de.
Di civînê de hatibû payîn ku mijarên tespîtkirina agirbestê, bicihkirina hêzên dewletên garantor li parêzgeha Idlibê û dosya girtiyan were nîqaşkirin.
“Avakirina heremeke din a kêmkirina şer”
Derbarê encamên vê civînê û biryarên çareseriya li Sûriyê çiye ev aghaî ji aliyê çavkaniyên ku di civînê de amadebûn hatin parvekirin.
Çavkaniyekî ku beşdarî hevdîtinên li Astanayê bibû ragihand ku ji bo aliyên derveyî pêvajoya Astanayê re peyam hatiye şandin da ku li başûrê paytexta Sûriyê Şamê herêmeke nû ya kêmkirina şer were avakirin. Heman demê têkildarî vê mijarê hatibû raghandin ku li Şamê ji aliyê leşkerên ku li wê deverê bicihdibin xwestek hebû ku herêmeke din a kêmkirina şer were avakirin. Çavkanî da zanîn ku di çarçoveya Cubeyr û Beyt Cin de, ev dawxaz li Astanayê hat nirxandin.
Hate eşkere kirin ku di encama Astana 7 de aliyên di vê civînê de beşdar bûne, rêkeftine ku herêmeke nû a kêmkirina şer li başûrê paytexta Sûriyê ava bikin heye.
Dosya Girtiyan tu pêşveçûn bi xwe re nanî
Wekî ku hatibû plankirina yek ji dosyeyên ku di Astana 6 de ji bo Astana 7 hatibû paşxistin Dosya Girtiyan bû, lê di vê civînê de jî ev dosya hate talokirin, hatibû nîqaşkirin ku guhertina girtiyan di navbera rejîm û opozisyonê de were kirin lê tu pêşveçûn pêk neanî, tevî ku ev dosya ji ejendeyên sereke yên danûstandinên Asatana bû.
Opozisyon û Îran di Astana de li beramberî Rûsya
Di civînê de gelek nakokî jî li ser dosyayên dîtir derketin.belgenameya girtiyan jî hate asteng kirin. Ji aliyekî din ve Opozisyona Sûriyê êrîşeke tûj bi ser Rûsya de biriye û sûcdar kiriye ku ew wek dewleteke dagirker tevdigere, li vir jî tê pêşdîtin û tawanbar kirin ku Waşngtonê daxwaz ji aliyên opozisyonê kir ku zêde tevlî proseya siyasî bibin û nîşandaye ku ” çûyîna serokê Sûriyê Beşar El-Esed ji bo proseya siyasî ne merce.”
Di civînê de hate îdaa kirin ku Mosko rastî astengkirina Tehranê jî hatiye.
Alternatîva nû ya Rûsya Sotşî ye
Di vê civînê de jî Rûsya bi alternatîveke din derdikeve ew jî Kongora Sotşî a diyaloka niştîmanî Sûriyê ye, Mosko di civînên Astana de dayîna girîngiyê veguherîna li ser Kongreya diyaloga niştimanî, ku amadekariya wê dike li Sotşî ya Rûsiyayê di 18`ê Mijdarê lidarbixe û hate destnîşankirin ku dê destûra Sûriyê bê gotûbêjkirin. Dewletên ku mosogeriya çareseriya kirîza Sûriyê dikin li xwe girtine û razûbûna xwe ragihandin ku di çarçoveya proseya Cinêvê de bê gotûbêjkirin.
Li ser vê yekê ji aliyê wezaretiya karê derve ya Rûsya di 31 cotmehê de lîsteya aliyên vexwendine Kongreya diyaloga niştimanî ya Sûriyê, ragihandiye ku 33 rêxistin û aliyên siyasî û leşkerî yên ser bi rejîm û opozisyonê ne, Artêşa Azad a Sûriyê, Desteya bilind a danûstandinan, Îtilafa Niştimaniya Sûriyê, Partiya Baas a desthilatdar ya Şamê, her wiha “Partiya Yekîtiya Demokratîk ” a Kurd, di nav de ne.
02.11.2017
Rojev24