HELEB – Niştecihên Idlibê ku niha li Helebê bi cihdibin bang li Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê kirin da ku mûdaxeleyî Idlibê bibin û li dijî terorê şer bikin.
Niştecihên Idlibê diyar kirin ku baweriya wan bi hêzên QSD tê û ew di wê baweriyê de ne ku hêzên QSD ê banga wan dê bibhîze û wan ji tarîtiya çeteyan xelas bikin, Ev yek di riya daxuyaniya niştecihan piştî civînekê pêk hat.
Buroya Meclisa Sûriya Demoqratîk li Helebê bajarê Sûriyê civînek giştî ji bo nîqaşkirina pêşketinên herî dawî li pêşiya buroya xwe beşê Rojhilat li taxa Şêx Meqsûd lidarxist.
Civîn bi pankartên ku dirûşmeya “Niştecihên Idlibê bang li QSD ê dike ku me ji terorê û Tirkan xelas bike. Niştecihên Sûriyê li dijî dagirkeriyê û terorê yek in ” hate organîzekirin.
Hate raghandin ku bi dehan ji niştecihên bajarê Idlibê ku niha li Helebê bicih dibin, niştecihên taxên Rojhilat, Benî Zeyd , Eşrefiyê, Taxa Şêx Meqsûd û gelek ji pêkhateyên Sûriyê di heman demê de endamên encumen, sazî û endamên Asayîşê amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin de hate destpêkirin, piştî wê Berdevkê fermî yê QSD ê yê buroya Helebê Yehya Mehmud rizgarkirina bajarê Reqayê li tevahiya gelê Sûriyê û hêzên QSD ê pîroz kir.
Di axaftina xwe de Mehmud diyar ku Gelê Sûriyê ji ber kiryarên terorê gelek êş û komployên bi hevpeyman ku ji aliyê dijberên gelê Sûriyê hatibû kirin, di serî de jî Dewleta Tirk kişandiye, lê em wek gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî terorê û dagirkeriyê yek beden in.
Berdevkê fermî yê QSD ê Yehya Mehmud di berdewaniya axaftina xwe de li ser rola hêzên QSD ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ ê de balkişand û wiha got: Terora ku ji aliyê navdewletî ve hatiye organîzekirin ku di bin perdeya Ol de û bi navê DAIŞ de derkete holê ti hêz ji dervey QSD ê nikarî bû li hemberî wî şer bike ango nikarîbû pilanekê ji bo tunekirina wî derxîne, hêzên QSD ê bi pilana xwe bi hemû hêza xwe wekî bahozê bi mêrxasî li dijî DAIŞ ê derket û mesajek ji bo giştî cîhanê da ku ew bi tenê dikarin li dijî terorê şer bikin û niştecihan rizgar bikin.
Di dawiya axaftina xwe de Mehmud bang li hêzên Sûriya Demokratîk kir ku bi lezgînî mûdaxeleya Idlib bikin da ku li dijî terorê û dagirkeriya Tirkyê ku hêzên xwe li Idlibê niha bicih dike şer bikin. Mehumd wiha dawî li axaftina xwe anî û got: ji bo banga bi deh hezaran a niştecihên Idlibê em di wê baweriyê de ku wê QSD ê dengê wan bibhîze û wan ji zilma çeteyan xelas bike.
Di dawiya civînê de ji aliyê Buroya Encumena QSD ê li Helebê û hemû kesên hazir bi taybet ji niştecihên Idlibê ve daxuyanî ji raya giştî re hate raghandin, daxuyanî ji aliyê hevserokatiya encumena QSD li Helebê Fehîma Hemo ve hate xwendin.
Daxuyaniya Fermî wiha ye:
“ Dewleta Tirk di hewildanên di çarçoveya şerê li ser heremên Sûriyê û daxwaza wê ya xerabkirina
dengeya heremê di heman demê de tehrîkirina danûstandinên di riya lihevkirina siyasî de didome.
Ji aliyekî di ve jî desthiladarên Tirkyê bi zextên xwe yên leşkerî di xizmeta milîsên wê yên ku derbeyan li pêkheteyên welêt dixin û derbasbûna wê ya Sûriyê wekî mezintirîn êrîş tê hesabkirin.
Piştî binketina dewleta Tirkiyê bi fitneya di nav pêkhateyên gel de, derbasî nava çareseriya Sûriyê ji bo talokirinê bû û di riya civînên bi şeraket ku tê binavkirina Astana derbasî xaka Sûriyê bû û bi vê gelê Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan dan û niha gel bi hemû pêkhateyên xwe û bi hêza xwe ya niştîmanî serî radike da ku plana dagirkeriyê binpêbike û li vir de jî dibêje : li dijî terorê û dagirkeriyê, Sûriyê yek beden e.
Em wekî Encumena QSD ê ji civaka navnetewî û desteya Netewên Yekbûyî daxwaz dikin ku li ser dagirkeriya Tirkiyê zextekê bikin da ku ji xaka me derkeve, di heman demê de em ji hemû saziyên mirovî û hêzên aştiyane daxwaz dikin ku hemû komployên li ser gelê Sûriyê rawsetînin û em bangî kongireke niştîmanî dikin ku di bin yek dûrşemeya (Em hemû hevkarin di avakirina welat) de dikin”.
Civîn û daxuyanî bi dirûşmeyên ku yekîtiya Sûriyeke azad û demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş bang dike, bi dawî bû.
02.11.2017
Rojev24