NAVENDA NÛÇEYAN – Alîkarê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov, îtîraza Tirkiyê ya derbarê PYD’ê de bersivand û got: “Ew hemwelatiyên Sûriyeyê ne, ne yên Tirkiyê ne.”
Alîkarê Wezareta Karên Derve yê Rusyayê Mihail Bogdanov, bersiv da îtîraza Tirkiyeyê ya têkildarî vexwendina Partiya Yekîtiya Demokratîk a (PYD) a beşdarî Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bibin û wiha got: “Ew hemwelatiyên Sûriyeyê ne, ne yên Tirkiyê ne.”
Hate raghandin ku di encama civîna Astana 7 de ku di 30 cotmehê de hatibû lidarxistin Rûsyayê pêşniyara kongireke Diyaloka neteweyî ya Sûriyê kiribû, lewra ji aliyê wezaretiya derve ya Rûsyayê lîsteya 33 aliyên opozisyonê û Rêjîm raghandibû ku di nav de jî aliyên kurdî jî hebûn.
02.11.2017
Rojev24