LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bira Recep, Tayyîp, Erdogan li Idlibê jiyana xwe ji dest dan

Bira Recep, Tayyîp, Erdogan li Idlibê jiyana xwe ji dest dan

IDLIB – Li Akçakaleya Rihayê zarokên birayên hev Recep, Tayyîp û Erdogan ên ku navê Serokomar Erdogan li wan hatibû kirin li Idlibê dema dilîstin teqemenî teqîya û jiyana xwe ji dest dan.
Malbata ji şerê Sûriye reviyan û hatin li navçeya Akçakale ya Rihayê li Tesîsên Suleyman Şah bicih bûn. Di 7’ê Sibata 2013’an de 3 zarokên Halid û Raşa Tahar ji dayik bûn. Wê demê navê Serokomarê Tirkiye Erdogan li 3 zarokan kirin û navê wan kirin Recep, Tayyip û Erdogan Piştî ku malbat demekê li Akçakale man dîsa koçî Idlibê kirin. Malbata koçî gundê Kefer Sicne ya Bajarê Idlibê kirin. Li gundê Sefer Sicne dema zarokên bi navê Recep, Tayyîp û Erdogan dilîstin amûrê ku pê dilîstin di destê wan de teqîya û jiyana xwe ji dest dan. Dayik û Bav Tahar ji bo hezkirina xwe ya li hemberî Serokomar Recep Tayyip Erdogan bînin ziman navê Erdogan li zarokên xwe kiribû. Hat zanin ku di serdema Heyet Tahir El Şam (HTŞ) de balafirên Rejîma Sûriye û Rûsya bombe û muhîmatên teqemeniyê avêtibû gund û taqemeniya li gund hatibû hiştin, di destê zarokan de teqîya û jiyana xwe ji dest dan.
Dema zarok çê bûbûn Serokomar Erdogan û hevsera wî Emine Erdogan malbat ziyaret kiribûn.
05.11.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً