LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hevdîtina Memlûk bi berpirsiyarekî Amerîka re!

Hevdîtina Memlûk bi berpirsiyarekî Amerîka re!

ŞAM – Derket holê ku hefteyek berê Serokê Buroya Ewlekariya Netewî ya Sûriyê Alî Memlûk bi berpirsiyarekî Amerîkî ya payabilind re li paytexta Sûriyê Şamê civînek pêk aniye. Tê gotin ku ji 2011’an ve yekemîn care ku her du alî di civînek wiha de hatine cem hev.

Li gor agahiyên ku çavkaniyek ji Şamê ji ajansa Rûsî re duh ragihandiye ku Berpirsiyarekî Amerikî ya payabilind hefteyek berê bi Serokê Ewlekariya Netewî ya Rejîma Sûriyê Alî Memlûk re li peytexta Sûriyê Şamê hevdîtinek pêk aniye. Tê gotin ku ji şerê li Sûriyê ku 2011’an de dest pê kirî heta niha yekem care her du alî di civînek wiha de hevdîtin kirine.

Li gorî çavkaniya ku tê gotin bi bawer e, ev hevdîtin di hefteya bihorî de pêk hatiye, lê çavkanî navê berpirsê Amerikî yê payabilind ku hevdîtin bi Memlûk re pêk aniye nedaye.

Li gorî çavkanî ragihand ku Memlûk di hevdîtinê de nerazîbûna hikumeta Sûriyê ya li hemberê hebûna Amerîka ya di Sûriyê de nîşan da ye û bi vê yekê diyar kiriye ku ev ji aliyê Hikûmeta Sûrî ve dagirkerî tê dîtin.

Çavkanî agahî da ku berpirsê Amerikî jî wek e bersiv, diyar kiriye ku armanca hebûna Amerîka ya li Sûriyê ji bo pêkanîna erkên xwe yên şêwirmendî û şerê li dijî DAIŞ’ê ye.

Li gorî ku çavkaniyê heremî ku ev agahî dane ev serdan wekî xurtkirin û pêşxistina baweriya  rejîma Sûriyê bi Amerîka ve tê diyarkirin.

Di têkildarî heman mijarê de Kovara Libnanî “Al Axbar” eşkere kiribû ku civîn di navbera herdu berpirsan de hate kirin û mijarên wekî çarernûsa hin Amerîkiyên ku li Sûriyê wenda bûne hatiye nîqaş kirin ku di nav wan de jî çalakvanên ji navenda Istixbarata navendî ya Amerîkayê ne.

Berteka Amerîka li hemberî desthiladariya Esed diyar e, ev yek jî di heftiya borî de ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîka Tilrlson ve hate tekez kirin. Tilerson di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku berteka Amerîka li hemberî Esed ewe ku dev ji serokatiyê berde û wiha axivî: “Serdema Esed ber bi dawiyê ve diçe û doza yekane çawaniya pêkanîna vê yekê ye.”

05.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً