LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rejîma Sûriyê, Îran, Hizbûlah li dijî kurdan dibin yek

Rejîma Sûriyê, Îran, Hizbûlah li dijî kurdan dibin yek

NAVENDA NÛÇEYAN – Di nav hêzên Heşda Şabî de çekên aîdên Artêşa Sûriyê hatine dîtin. Hate ragihandin ku ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve endamên Hizbulah û Îranê ber bi Başûrê Kurdistanê Rabîa ve têne şandin.

Hate ragihandin ku tangên artêşa Sûriyê cureyê T90A di nav refên Heşda Şabî ku niha bi hêzên Iraqî re operasyona Qayîm ango deverên hêjî di destê çeteyên DAIŞ ê de mane hatine dîtin.

Duh ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hate ragihandin ku Qayîm tevî dergehê wê yê sînorî bi Sûriyê re hate rizgarkirin û niha hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şabî gihiştine riya sereke di navbera bajarên Albû Kemal li Sûriyê û Qayîm a di sînorê Iraqê de.

 

Di vê derbarê de li gor çavkaniyên ji heremê hate eşkere kirin ku di nav çekên ku Heşda Şabî bi taybet bikartîne di şerê xwe de tanga T 90 A  ku ala tabûrên Huzbilah li ser hatiye bilind kirin hate dîtin.

Hêjayî bibîranînê ye ku hêzên Iraqî tangên cureya T 90 di dest de ye lê cureya T 90 A  bikar nayîne.

Tevî vê yekê heman çavkaniyan dane diyar kirin ku avêja cureya (Şîlka) di nav wan çekan de hate xuya kirin, ev yek zelal dike ku ev çek ji Sûriyê ber bi Iraqê ve çûne, ji ber hêzên Hizbûlah li xaka Sûriyê bi Rêjîma Sûriyê re li Meheteya T2 re şer dikirin.

Beriya heftiyekê ji aliyê çavkaniyên heremî li bajarê Qamişlo ya herema Cizîrê ya Federaliya Bakurê Sûriyê ji aliyê hêzên Asayîşê ve endamên Hizbûlah û milîsên Îran li balafirgeha Kantona Qamişlo ku hat gotin amdekariyên xwe dikirin ji bo berê xwe bidin Rabîaa Başûrê kurdistanê û derbasî Iraqê bibin hatibûn dorpêçkirin.

Li gorî agahiyên ku hatin belavkirin de hate diyar kirin ku Rejîma Sûriyê bi sedan ji endamên Hizbûlah û milîsên Îranî bi rêxistin kirine, da ku berê wan bidin Rabîaa û destek û piştgiriyê bidin hêzên Heşda Şabî ya li dijî Pêşmergeyan.

05.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً