LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Barzanî: Em razîne hemû çavkanî û dahatuyên heremê teslîmê navendê bikin

Barzanî: Em razîne hemû çavkanî û dahatuyên heremê teslîmê navendê bikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir ku eger Hikûmeta Federal a Iraqê ji sedî 17 bûdçeya Herema Kurdistanê bişîne ew amade ne hemû dahata Başûrê Kurdistanê teslîmî wan bikin.

Lijneya Weziran a Herêma Kurdistana Federe ji bo butçeya 2018’an a hikûmeta Navendî ya Iraqê erê kiriye niqaş bikin kom bûn. Hikûmeta Navendî ya Iraqê xwest di butçeya 2018’an de para herêmê ji sedî 17’an daxe ji sedî 12.68’an. Têkildarî vê mijare civîn hat lidarxistin. Piştî civînê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîna çapemeniyê pêk anî. Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Federal a Iraqê ji sedî 17 bûdçeya herêmê bişîne ew amade ne ku hemû dahata Başûrê Kurdistanê teslîmî wan bikin. Barzanî diyar kir ku ew di pêvajoyek dijwar re derbas dibin û encax bibin yek dikarin vê pêvajoyê derbas bikin.

Barzanî, destnîşankir ku hikûmeta Iraqê buçeya 2018’an yek alî amade kirine û bi wan neşêwirîne. Barzanî, da zanîn ku ger ji sedî 17 butçeyê ji wan re bişîne ew razîne ku hemû çavkaniyên herêmê û dahatuyan teslîmî hikûmetê bikin.

06.11.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً