LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin

Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin

MINBIC – Li bajarê Minbicê yekem car dewreya Erkê Xweparastinê ya bi hişyariya “Ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk” hat destpêkirin.

Li bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyê ji aliyê Komîteya Parastinê ve deriyê tevlîbûna Erkê Xweparastinê hate vekirin. Piştî rizgarkirina Minbicê ku ev salek û 3 meh serde derbas bûye, ji ber hêj jî xeterî li ser bajêr heye, ji aliyê Komîteya Parastinê ya Meclîsa Gel a Minbicê ve dewreya Erka Xweparastinê da dest pê kirin. Ji bo îlankirina Erkê Xweparastinê, rêveberên Komîteya Parastinê, saziyên sivîl û ciwanên ku wê tevlî bibin, li pêşiya avahiya Komîteya Erka Xweparastinê civiyan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komîteya Parastinê ya Minbicê Qasim Remo ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev erk ji bo parastina hemû pêkhateyên Minbic û gundewarê wê di heman demê de ji bo avakirina civakeke azad, exlaqî û demokratîk dest pê dike.

Daxuyaniya fermî ya komîteya parastinê wiha ye:

“Li gorî madeya ku ji aliyê encumena cîbicîker hejmara (11) ya Erkê xweparastinê derketî ku li ser bingeha avakirina hêzeke leşkerî ku parastina bajarê Minbicê û gundewarê wê bike tekez dike, wekî erkekî civakî û exlaqî ku bingeha xwe ji fikrê netewa Demokratîk digre, da ku her malbat karibe erkê xweparastinê bidest bixe û pîvanê wekhevî, yekîtiya netewî, jiyana hevbeş, parastina pîvan û nirxên civaka demokratîk û azad û parastina hemû pêkhate û destkeftiyên giştî ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad, radiweste.

Ji ber vê yekê û di cara yekemîn di dîroka Minbic ê (Dayika Şehîdan) de Em bi navê Komîteya Parastinê derî li pêşiya tevlîbûna erkê xweparastinê di nava bajarê Minbic û gundewarê wê ji dîroka 6 Mijdarê ve dikin.

Giyanê şehîdan sax be û şîfa lezgîn ji birîndaran re , her bijî biratiya gelen û Sûriyeke azad û demokratîk.”

Daxuaynî bi siloganên ciwanên ku tevlî erkê xweparastinê li bajarê Minbic bûne bi dawî bû.

06.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً