DÊRA ZOR – Şervanên Bagera Cizîrê di hemleya xwe de heta niha 6 heremên giring û stratejî tevî hewildanên têkbiriba Rêjîma Sûriyê ji destê çeteyên DAIŞ ê rizgarkirine, û bi vê niha hêzên QSD ê 17 km nêzî sînorê Iraqê bûne.
Şervanên hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê pêngava Bagera Cizîrê ku di 9 Îlonê de hate raghandin bi pêşveçûna xwe didomînin da ku heremên rojhilatî Firatê û heremên rojhilatê Dêra zorê ji çeteyên DAIŞ ê rizgarbikin.
Li gorî navenda Rghandina Dêra zorê Hate raghandin ku heta niha Şervanan karîbûn 184 km dirêjahî û 45 km bi kurahî ji destê çeteyên DAIŞ ê rizgarbikin ku di nav wan de gelek heremên stratejî jî hene, ji nav wan hereman girîngtir herema Sînaa (Pêşesazî) ku di 10 Îlonê de hate rizgarkirin, Mehlec El Eqtan mezintirîn avahiyên pêşesazî li Dêra zorê ku di 13 Îlonê de hate rizgarkirin, fabrîka kazê ya Konîko bakurî rojhilatî Dêra zorê ku di 23 Îlonê de hate rizgarkirin, navçeya Sor ku di 28 Îlonê de hate rizgarkirin, zeviyên El Cefra ki di 30 Îlonê de hate rizgarkirin û zeviyê petrolê yê El Omer ku di 23 Cotmehê de hate rizgarkirin.
Di agahiyên ku malperê parvekirine hate diyar kirin ku ji ber pêşketin û pêşveçûna Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê, hêza El Natora li herema Cizîrê tevlî pêngava Bagera Cizîrê bû.
Di dawiyê de navendê eşkere kir ku tevî hemû hewildan û pirpoxendeya êrîşên Rêjîma Sûriyê û hevkarên wê nikarîbûn pêşveçûna şervanên QSD ê ber bi navenda DAIŞ li heremên rojhilatî Firatê û rojhilatî gundewarê Dêra Zorê rawestîne, navendê da zanîn ku Şervanên hemleyê pêşveçûna xwe didomînin û niha ber bi sînorê Iraqê ve bi 17 km in.
07.11.2017
Rojev24