LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li belafirgeha leşkerî ya Dêra zorê teqînek mezin

Li belafirgeha leşkerî ya Dêra zorê teqînek mezin

DÊRA ZORÊ – Li gorî agahiyên ajansên raghandinê, duh serê sibehê li rojhilatî Dêra zorê li belafirgeha leşkerî ya Dêra zorê teqînek ji aliyê DAIŞ ê ve pêk hat, di encammê de zirarên mezin gihhiştine rêjîm û belafirên Rûsyayê.

Hate raghandin ku li Dêra zorê li gorî agahiyên ku hatine eşkere kirin çekdarên Şîşanî yên di nava çeteyên DAIŞ ê de , ku cilên leîkerî berg kirin e derbasî belafirgeha Leşkerî a Rûsyayê li Dêra zorê bûne û teqîn pêk anî ne û agahiyî hene ku hejmarek pir mezin ji kuştî û birîndarî di refên rêjîma Sûriyê de çêbûne.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê ajanseke Almanî li gorî çavkaniyên opozisyonê hatine eşkere kirin li Belafirgeha leşkerî ya Dêra zorê ku li rojhilatî Sûriyê dikeve, ji aliyê çekdarên Şîşanî ve çend teqînên xwekujî di serê sehara duh 13 mijdarê de pêk hatine, teqîn di riya xwe komofilaşkirina çekdaran ve hate kirin, ku cilên leşkerên artêşa Rûsyî berg kiribûn û hin ji çekdaran ve jî bi riya erebeyên ku navenda hêzên li belafirgehê kiribû hedef hatiye kirin.

Hate îdaa kirin ku teqîn pir mezin bû ku di encamê de 3 belafirên Rûsî cureya L39 di belafirgehê de hatine rûxandin.

14.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً