LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta Tirk ligel ew Efrînê topbaran dike ew bixwe bêzar maye

Dewleta Tirk ligel ew Efrînê topbaran dike ew bixwe bêzar maye

EFRÎN – Li herma Efrînê topbarana Tirkan û çeteyên Cebhet El Nusra li ser Şêrewa, Cindirês û Merenazê ji aliyê şervanên YPG/YPJ ê vala tê derxestin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî ji Herema Efrînê hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Cebhet El Nusra êrîşên xwe li ser Efrînê didomîn in.

Her yek ji Artêşa Tirk û çeteyên Cebhet El Nusra li Efrînê êrîşî heremên Efrînê li Şêrewa, Cindirês û Merenazê dikin.

Di riya çavkaniyên leşkerî ji Efrînê hate eşkere kirin ku çeteyên Cebhet El Nusra tevgera xwe li ser sînorê Efrînê li heremên Şêrewa, Cindirês û Merenazê zêde kirin e û êrîş û topbarana xwe bi çekên giran zêde dikin.

Hate ragihandin ku êrîşên li ser wan hereman hatine şikandin û zirarên mezin gihltine çeteyan.

Pêve girêdayî çavkaniyan da zanîn ku çeteyên ku êrîş dikin ji aliyê Tirkiyê ve ne.

Têkildarî heman mijarê çavkaniyan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji milê Meydana Ekbes bakur rojavayî Efrînê ve noqteyên xwe danî ne û tevgera xwe di dema dawî de zêde kirine û ji wê Meydanê ve çavkaniyan tekez kirin ku dagirkeriya Tirkiyê heremên Şiya û Şera topbaran dikin.

Çavkaniyan da zanîn ku ji ber topbarana artêşa Tirk welatiyên sivîl berhemên erdên xwe nikarîbûn kom bikin û neçar man erdê xwe biterikînin.

Çavkaniyan bi bîr xist ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze li Meydana Ekbes pireke avê avabike da ku tevgera wê rehet bibe û ev cara duyemîne ku Tirkan li herema nav borî xwestiye pir avabike, lê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ ve vala hatiye derxestin û YPG YPJ plana Tirkan vala hatiye derxestin.

16.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً