LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Dêra Zorê gundê Dibin û malbateke Êzidî hatin rizgarkirin

Li Dêra Zorê gundê Dibin û malbateke Êzidî hatin rizgarkirin

DÊRA ZORÊ – Şervanên QSD`ê ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêş vê diçin, gundê Diban û malbateke Êzîdî rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ev 70 roj in bê navbera dewam dike. Şervanên QSD`ê gund û qadên nû rizgar dikin. şervanan herî dawî jî gundê Diban ku 50 Km li başur-rojhilatî Dêrazorê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di encama şerê ku li gundê Dibin rû da 4 çete hatin kuştin û erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.

Bi rizgarkirina heremên nû şervanên QSD ê sivîlên ku bengewazî dikin têne rizgarkirin, di vê çarçoveyê de QSD ê di eynî rojê de berbangê sibehê saet di 05.30’an de li rojavayê Dêrazorê çalakiyeke taybet pêk anî û malbateke Êzidî ya ji 8 kesan (5 zarok û 3 jin) pêk tê, ji destê çeteyan rizgar kir.

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de piştî vekşandina hêzên Pêşmerge yên PDK’ê ji Şengalê, êrîşeke dijwar birin ser Şengalê û komkujî û ferman pêk anîn û bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandin.

19.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً