NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ewrûpayê YE ji ber kiryarên xerab a Tirkiyeyê û gendeliya wê 105 milyon eûroyên ku wê di sala 2018’an de bida Tirkiyeyê, biryar da ku qut bike. 70 milyon eûro jî heke rejîma Erdogan ‘demokratîk’ bibe wê were dayîn.
Di dema hevdîtinên budçeyê yên di navbera welatên Ewrûpayê û Parlementoya Ewrûpayê de, hat ragihandin ku fonên ji Tirkiyeyê re tên şandin were sekinandin. Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku Tirkiye ji standardên (pîvan) Ewropayê dûr dikeve û biryar da ku 105 milyon eûroyên ku wê rê bikira, betal bike.
Rapora budçeyê yê Parlementoya Ewrûpayê Sîegfrîed Mûreşan jî diyar kir ku ew ê 70 milyon eûro ya ji bo Tirkiyeyê were sekinandin. Mûreşan diyar kir ku heke Tirkiyê di warê demokrasî, mafên mirovan de nêzî standardên Ewrûpayê bibe wê ev pere were dayîn.
Vê biryara Brukselê wê bi awayekî formalîte di 30’ê Mijdarê de wê li Parlementoya Ewrûpayê têkeve dengdanê. Tê diyarkirin ku ev biryar tekez wê were qebûlkirin û di çarçoveya peymanên penaberan ên bi Tirkiyeyê re wê şandina pereyan bidome.
YE ji sala 2014’an û vir be 3,3 milyar eûro ji Tirkiyeyê re şandiye û di çarçoveya peymanên bi penaberan re jî heta niha 6,6 milyar eûro pere daye. Di 3 salan de YE 10 milyon eûro şandiye ji Tirkiyeyê re.
19.11.2017
Rojev24