NAVENDA NÛÇEYAN– Hewildanên ku bi îdeaya ji şerê Sûriyê re “Çareserî bibînin” bi lez û bezek ku ser gêjkirinê didom e. Hevdîtinên ku li Cinevê, Astana, Soçî û Riyadê hatin organîzekirin û tê armanckirin ku li Viyana berdewam bike, ji ber tê ferzkirin “Bila bê kurdan pêk were” mahkûmê binkeftinê dikin.
Gelo ji bo ji pirsgirêka Sûriyê re çareserî dîtin e, an jî dixwazin bixin rewşa ji nav pirsgirêkan neyê derketin nayê zanîn, lê ev trafîqa di vê çerçoveyî de bi awayek ser gêjiyê lez û bez berdewam dike. Li aliyekî di navbêra Îran, Tirkiye û Rûsya de hevdîtinên li Astana didome, têr nekir di serî de di Soçî ya 3 alî de tên cem hev. Erebîstana Siûdî, weke alternatîfa Astana di Riyadê de ya muxalifên Sûriyê tîne cem hev. Hevdîtinên Cinevê ku bi salane qaşo ji bo ji pirsgirêkên Sûriyê re çareseriyê bînin tê kirin, hê bi dawî nebûye û di ser de jî Rûsya û Amerîka, ji bo ji pirsgirêka Sûriyê re çareseriyê bînin biryar girtin ku li Viyanayê hin rêzexebat bimeşîn in dane.
Di trafîka Sûriyê de hewaya panîk û gengeşiyê
Ev hemû pêşketin, trafîk û gengeşî, piştî têkbirina DAIŞ’ê ya ji aliyê QSD’ê ve hat kirin, bil ez û bez dest pê kirin. Piştî peytexta DAIŞ’ê Reqqa ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin Rûsya û DYA, ragihandin ku êdî dem hatiye ku di Sûriyê de çareseriya siyasî pêş bikeve û ketin nava hewildanan. Lê têkçûyîna DAIŞ a ji peytexta wî ya hin hêzên din jî pir aciz kir. Ev hêzên difikirin ku di qada Sûriyê de zemîna ji bo bimînin winda kirine, li dijî pêşketinên heyî ketin nav hewildanên dijberî. Ev pêşketinên serê mirov dizivrîne, bi hewildanên ku li hemberê van pêşketinan panîk bûne û dixwazin mudaxeleyê bikin re girêdayî ye. Di van lêgerînan de “Hewayek panîkê” tê dîtin.
Ji yekî zêdetir Soçî hene!
Destpêkê, Rûsya ku ji van cûre hevdîtinan re malvaniyê dike di bajarê Soçî de ji yekî zêdetir civîn hene û têkiliya wan a ji nêz ve bi hev re heye. Mînak dê sibê Serok Komarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serok Komarê Îranê Hasan Rûhanî wê li hev bicivin û dê pêşketinên di Sûriyê yên di pêvajoya Astana de encama ku dixwestin negirtine binirxînin. Serokê Dewletê ya Sûriyê Beşar Esad ku ji roja şer destpê kiriye heta niha Erdogan wî wekî “Qatil û dîktator” îlan dikir û her tim şertê “Bila here” datanî, rojek beriya vê hevdîtinê de li Soçî bi Pûtîn re hat cem hev. Erdogan, hem li Astana û hem jî li Soçî jixwe bi Îran û Rûsya ku mutefîkên Esad in re tevdigeriya. Lê cara yekemîn e ku Erdogan û Pûtîn ewqas nêzî hev bûn e. Di ser de jî gelo wê di Soçî de ya Erdogan û Esad bînin cem hev an na mijareke girîng a tê meraqkirin e.
Dê Kurd herin?
Hevdîtinên di Soçî de tenê bi van ne bi sînor e. Rûsya ku berê de plan kiribû pêk bîne û taloqê 2’ê kanûnê kiribû dê “Kongreya Diyaloga Navneteweyî ya Sûriyê” jî di vê bajarî de pêk bîne. Jixwe ya PYD û kurdan ku li derveyê hemû civînên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê pêk dihat û bê encam diman, vexwendibûn vê komcivinî. Tirkiye, wek e hercar ku çewa di civîna Cinevê de tevlîbûna kurdan a van civînan asteng dikir, hewildanên wî berdewam in. Civaka navneteweyî jî, dizanin ku ev civînên ya kurdan tevlînekirin her tim bê encam mane, di vê şerê 5-6 salan de gelek caran dîtin. Ji ber vê yekî hemû cîhan di firqa ku “Tu hevdîtinên naveroka wan çareserî hebe bê kurd nabe” de ye.
Civîna Riyad
Lê wek e hemwext, tê armanckirin ku hevdîtinên Astana yên komên çekdar ên opozisyona Sûriyê jî tevlî dibin lê di bin garantoriya Îran, Tirkiye û Rûsya de pêk tê berdewam bikin. Lê tam di vê astî de di şerê Sûriyê de berê bi Tirkiyê re bi awayek hevpar tevlî bibû Erebîstana Siûdî jî, di milekî din de ketiye liv û tevgerê. Erebîstan jî armanc dike ku sibê li Riyadê ya muxalifên Sûriyê lihev bicivîn e. Hewildana Erebîstanê ya ku rojên dawî de diyar dike ku “Em dev ji Wehabîtiyê û Selefitiyê berda ye, dixwazin reformê pêk bînin”, nîşaneya ku di ser komên Sûnî yên di heremê de guherandineke nêrînê dike. Dîsa Erebîstan bi taybetî li dijî hevsengiya ku Îran û Tirkiye kirine, dixwaze di qadê de giraniya xwe bide hîs kirin.
Viyana girîng e
Bi Soçî, Astana, Riyad, Cinev pêtir, hevdîtina girîng û ya esasî eger pêk were wê yê li Viyana be. Ji bo Hevdîtina ku Rûsya û DYA îşareta “Me ji bo çareseriya siyasî lihevkiriye” dabûn, amadekarî didom e. Tê gotin ku ev hemû hevdîtin ji bo pêş amadekariya hevdîtina Viyana û tê dîtin hemû alî dixwazin li ser vê maseyî destên xwe bi hêz bikin. Bêguman tevlîkarên herî girîng ên vê maseyî ku di tu hevdîtinan de cih nedane wan, kurd û mutefîkên wan ên di Bakûrê Sûriyê de ne. Kurd jî ji bo van amadekariyên xwe didomîn in. Ligel operasyonên li dijî wan tên kirin jî hewil didin hemû deskeftiyên xwe bikşînin ser vê maseyî Kurd û dostên wî, alternatîfên xwe jî ji dest bernadin. Rêveberiya Bakûrê Sûriyê ku gav bi gav modela xwe ya rêveberiyê ava dikin, lez dane civînên xwe. Rêveberiya Bakûrê Sûriyê ku bi hemû nûnerên komên li heremê jiyan dikin re wê bên cem hev, ne tenê wek nûnerên kurdan wek e nûnerên herêma Bakûrê Sûriyê here ser masê.
Ferzkirina ‘Bê kurd’ çareseriyê asteng dike
Eger hewildanên ku dixwazin vê pêvajoyî sabote bikin karibin têk bibin, bi hevdîtinên li Viyana re gavên erênî ya ji bo çareseriyê bên avêtin. Lê Tirkiye û hin hêzên din bi ferzkirina “Çareseriya bê kurdan” re vê pêvajoyî dizivrînin pir tengezar û bi êş.
21.11.2017
Rojev24