LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hilbijartinên Bakûrê Sûriyê bi hemû coşa xwe didom e

Hilbijartinên Bakûrê Sûriyê bi hemû coşa xwe didom e

NAVENDA NÛÇEYAN – Pêvajoya duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li hersê kontonên Rojava ku serê sibê dest pê kir, bi hemû coşa xwe didom e.

Piştî xebatên bi mehan berdewam kirin, li ser biryara Komseriya Bilind a Hilbijartinan a her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Efrîn, Firatê, Cizîrê) ku ji kantona Efrîn, Şehba, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo û Hesekê pêk tên, qonaxa duyemîn a hilbijartinên bajarok, navçe, bajar û kantonan dest pê kir.

Li her heremê Bakûrê Sûriyê ku bi coşek mezin diçin ser sandoqan, ji ciwanan bigire heta îxtiyaran ku bi zorê li ser lingan xwe digirin diçin ser sandoqan. Di nav welatiyên ku astengdar jî hene, ligel hemû zahmetiyan diçin ser sandoqan.

Hilbijartinên ku di serê sibehê seat 8.00’an de çûne ser sandoqan, bi hemû coşa xwe didom e.

Li gorî biryara komseriyê dê sindoqên dengdayînê di seat 20:00`an bên girtin.

01.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً